HZ. FATIME YA ZEHRA (a) keça giranqedra Hz. Pêxember ê Ekrem (s.)




Deprecated: Function eregi_replace() is deprecated in /home/kurealshia/public_html/page.php on line 99

Deprecated: Function split() is deprecated in /home/kurealshia/public_html/page.php on line 103

HZ. FATIME YA ZEHRA (a) keça giranqedra Hz. Pêxember ê Ekrem (s.)

Hz. Fetima ya Zehra (a.), keça giranqedra Hz. Pêxember ê Ekrem (s.) û Hz. Xetîce ya Kubra ye.

Leqebên wê:Zehra, Siddîqe, Tahire, Mubareke, Zekîye, Razîyye, Merzîyye, Muheddise û Betûl in.

Pirê dîrokvanê Şîe û Sunnî, ji dayîkbûna kamiranîya wê ra di 20 a Cemadîy us-Sanî ya sala pêncema bêsetê (bêset: roja ku Hz. Muhemmed (s.) ji pêxemberî ra hate helbijartin) li Mekke ya Mukerremê hatîye dinyayê.

Hinek ji dîrovana ji dayîkbûna wê ra sala sêyema bêsetê, hinek jî sala duyema bêsetê nivîsîne.

Dîrokvan û hedîsvanekê ji Ehl ê Sunnet ê roja ji dayîkbûna  wê banûyê , sala yekema bêsetê nivîsîye.

Diyare ku rewşen kirina roja ji dayîkbûn û mirina şexsên mezinê dîrokî, çiqas ku li gora nihêra dîrokî û lêkolînî hêja û karîna behse, lêbelê li gora nihêra tehlîlê şexsîyet  ewqas jî girîng  naxuya ye. Ewî ku girîng û qedersaze , di qeder û dîroka mirov da nexşê wana girîng û qedersaze.

Terbîyet û perwerde ya Hz, Fatime (a.) li bal bavê xwe Resûl ê Xudê Hz. Muhemmed (s.) û li mala nubuwwet  bû; malên ku cîhê hînartîya wehy û beratênê Qur’an a Pîroz e.

Ew cîhê ku ewilîn kesên ji misilmana bi yekîtîya Xuda yê Teala îman anîn û li ser îmana xwe sekin în.

Di wî demê da li seranserê Erebistan û li hemû cihanê, tenê va malan bû, ku banga ELLAHU EKBER jê radibû.Û tenê Hz. Fatime (a.) keçka piçûk li Mekkê bû, ku wek vê xweşîyê li ba xwe didîya.Ew tenê,li mal bû û piçûkîya xwe jî, tenê diborîya.Her du xuşkên wê Ruqîyye û Kusûm,ji wê meztir bûn.Şayet raza vê tenêtî yek jî ev be, ku di dewranê zarotîyê da ,hemû bala wê vebigere bi perwerde ya cismanî û rihanîya wê.



1 next