HEVJÎNÊ FATÎMAYÊ ‘ELÎ s.a



HEVJÎNÊ FATÎMAYÊ ‘ELÎ s.a

Hewceye ku em - ji ber ku em di berpêş kirina behsa mesela tefzîlê yan jî pirsgirêkên wê de ne - dagerin bal eqwalên sehabîyan ji bona marîfeta tiştên ku ew dizanin ji heqîqeta şexsîyeta îmam elî û îmtîyaza wî ya bi wan wesfên ku di nava ummetê de ew bitenê bi wan hatîye xass kirin. anîna eqwalên hinekan  besî me ye ji anîna eqwalên tev an.

Dema ku bi elî re hate beyet kirin û xîlafet dagerîya bal ve piştî ku zemanek pir jê hat girtin. xetîbên sehabîyan di civata beyetê de rabûn û bi tiştên ku heqqê wan bûn pê biaxivîna axivîn. ji wan: sabitê lawê qeys got[1]: wellahî ey emîrê mominan! heger ew te di  welayetê de bidin pêş ne ku wan te di dîn de dane pêş. heger ew do tê de davin pêşîya te tu îro gihîştî wan. tu yekî ku cihê te ne xefî ye û mekanê te ne veşarî ye. di tiştên ku nizanin de hewceyên te ne û tu digel vî îlmê xwe ne hewceyê tû kesî ji wan î.[2]

Xuzeymetê  zuşehadeteyn rabû û got: ey emîrê mominan! me di vî karê xwe de ji te pêve di kesî din de îsabet nekirîye. dager tûnîne îllim bi bal te ve ye. heger em derbareyê te de rast bin tu di îmanê de pêştirê însanan î û zanatirê însanan î bi xweda û ji resulê xweda re kesê herî nêz î û tiştên wan yên ku hene ji te re jî hene lê yên te ji wan re tûnîne.[3]

Sasaetê lawê suhan rabû û got: wellahî ey emîrê mominan! te xîlafetê delal kir ne ku xîlafetê te delal kir. te wê bilind kir ne ku wê te bilind kir. hewceyîya wê bi te ji hewceyîya te ya bi wê pirtir bû.[4]

Malikê lawê hers rabû û got: gelî însanan! ev wesîyê ewsîyanan e û warisê îlmê enbîyanan e. belayên wî pir in û tehemula wî delal e. ev ew kese ku kitêba xweda bûye şahidê îmana wî û resulê xweda jî bûye şahidê cenneta ridwan. ewe ku fezîlet tê de kamil bûne. ne pêşîyan û ne paşîyan di pêşketina wî û îlmê wî û fezîleta wî de şek nekirine.[5]

Eqebê lawê umer rabû û got: kesê ku rojek wek roja eqebê û beyetek wek beyeta ridwanê jê re ye û îmamê hîdayetê yê ku ji zilma wî nayê tirsîn û alimê ku ji cehaleta wî nayê tirsîn e.[6]

Xetîb û şairan di wê rojê de dane pey hev, bi tiştên ku mecala zikrê teva nîne û ne mumkine ku temamê eqwalên wan yên derbareyê Elî eleyhî selam   de were îhata kirin bi munasebet û cihên muxtelif. muqtesîrên eve ku; sehabiyên Pêxember sallallahu eleyhî we alîhî   bi fezîletên Elî eleyhî selam   yên ku tû kesî nikaribûn di wan de xwe bidin ber wî îtîraf dikirin û di meselên girîng de xwe davîtin bextê wî. behsa fezîleta wî û bilindîya merteba wî dikirin.

Ev ebu bekr e ku pir li rûyê Elî eleyhî selam   dimeyizand. aîşê jê re got: bavikê min, tu pir li rûyê elî dinêrî. got: keçika min, min ji Resulê xweda sallallahu eleyhî we alîhî   bihîst ku kerem kir:  النظر إلى وجه عليّ عبادة    rênîna li rûyê elî îbadet e. îbnî seman di muwafîqê[7] de û ebu hesen herebî jî mislê vê ji evdillahê lawê mesud û ebherî jî ji emrê lawê as anîne. hedîsên di fezîlata wî de ji ebu bekr pir in. çewa ku di gelek meselên girîng de diçû ber derîyê wî.

A ev xelîfê dudoya bi îlmê elî û çêtirbûna wî îtîraf dike. gelek eqwal di vê meselê de jê hatine. ji wan: wî ji zilamekî re got; ji xêrê pêve behsa elî meke. lewra heger tu wî eybdar bikî, te xweyê vê qebrê di qebra wî de eybdar kirîye - yanî reslê xweda - ehmed di menaqibê de[8] û îbnî seman di muwafiqê de vê anîne.[9] û got:di nav me de kesê herî zanyar bi hukman Elî ye. hafizê selefî vê anîye.[10] di lefzê îbnî evdilbirr de jî wiha ye: Elî di nav me de kesê herî zanyarê bi hukman e. ji îbnî ebbas anîye.[11]



1 2 3 4 5 6 next