‘OMERÊ KURÊ ‘EBDUL ‘EZÎZ Û ZİVİRANDİNA FEDEKÊDeprecated: Function eregi_replace() is deprecated in /home/kurealshia/public_html/page.php on line 99 Deprecated: Function split() is deprecated in /home/kurealshia/public_html/page.php on line 103 ‘OMERÊ KURÊ ‘EBDUL ‘EZÎZ Û ZİVİRANDİNA FEDEKÊ Pêşiyê da me hinekî behsa ‘Omerê kurê ‘Ebdul ‘Ezîz û sîret û meşya wî kir; ew, mirovek bû ku hej Ehlê Beytê dikira, hema ew e yê Fedek li Ehlê Beytê zivirandî û pêşî girtî li xirabgotina ji Imam ‘Elî selam lê bin ku dewleta Emewî sebb û nebaşî gotina ji Imam ‘Elî ji xwe re kiribûn şi’ar û dirûşm. (Behsa vê meselê borî). Imam Baqir selam lê bin şîreta ‘edaletê li ‘Omerê kurê ‘Ebdul ‘Ezîz kiriye, ji vê şîretê ye ku dibêjê: “Ez vê şîretê li te dikim ku tu, biçûkê musilmanan zarokên xwe hesab bikî û navserê musilmanan birayê xwe hesab bikî û pîremêr û mezinên wan ji xwe ra bab hesab bikî, vêca tu merhemetê digel zarokê xwe bikî û girêdan û hevaletîyê digel birayên xwe çêkî û qencîyê digel babê xwe bikî; vêca dema te ev qencî kir, dewamê bide qencîyê û nebire”. Ji Imam Sadiq selam lê bin riwayet bûye ku got: “‘Ebdê salih Ebû Hefs, ji tirsa binemala xwe dînar û dirheman di nav cihê hingivî da ji me ra rêdikê”. Sala 87-ê hicrî hukumdariya Medînê maye bi hêviya wî ve û maye li ser vê hukumdarîyê heta sala 93-ê hicrî û di wê salê da Welîd ew ji hukumdarîyê avêt. Meseleya avêtina ‘Omerê kurê ‘Ebdul ‘Ezîz ji walîtîyê ew bû ku wî ji Welîd ra nivîsokek şand û behsa zulm û xirabiya Heccac kir û jêra nivîsî ku, ew di hukumê xwe da zorgo û zalim e û bi neheqî te’dayîyê li xelkê dikê, bêy wî qasî ku xelkê cinayetek an xirabiyek kiribê. Heccac ev mesele bihîst, vêca ji Welîd ra nivîsî: “Hinek ji fitnekarên ‘Iraqê ji ber destê min revîne û çûne xwe gihandine Mekke û Medînayê, evahe nîşana sistiya di karûbaran da ye”. Peyra Welîd digel Heccac derheq waliyê Medînayê da meşweret kir, Heccac jî gotê: “‘Osmanê kurê Heyyan û Xalidê kurê ‘Ebdullahê Qesrî ji vê yêkê re baş in”, vêca Welîd, Osman kir waliyê Mekkehê û Xalid kir waliyê Medînayê û ‘Omerê ‘Ebdul ‘Ezîz ji walîtîyê avêt. Di sala 88-ê hicrî da ‘Omerê kurê ‘Ebdul ‘Ezîz bi destûra Welîd dest avêt avakirin û berfirehkirina mizgefta Pêxember selat û selam li wî û alê wî. Sebebê firehkirina mizgefta Pêxember selat û selam li wî û alê wî
|