MEDRESA ÎMAMÊ SADIQ Û ŞIÎ



 

 

MEDRESA ÎMAMÊ SADIQ Û ŞIÎ

Dewrana ku îmamê Sadiq (silav lê be) tê de dijî, dewrana tadê bû ku bi ser ummetê re derbaz dibû. Lewra hukmê Emewîyan hukmekî zordestî bû. Dewlet ji ehkamên Îslamê dûr bûbû û dawîyaEmewîyan mîna destpêka wan bû; Lewra dawîya wê bi xwînê sor bû mîna destpêka xwe.

Dewleta Benî Ebbas rabû û wê lîbasê dîn li xwe kir û slogana daweta bibal Alê Muhemmed (silav li wan be) û heyfa ji neyarên wan ve bilind kir. Wê kêferat kir ku hubba Misilmanan celb bike.

Û piştî ku sîyaseta Benî Ebbas kifş bû û rûpûş ji ser hukmê wan rabû gel, dewra wan, doma dewra Benî Ummeya zordest zanîn.

Misilmanan ketin cengeke giran… li her hêlê serhildanan hereket kir û dilê wan tehequqa îslahê xwest. Û xanîyê Elewî, cîgeha hêvîyên ummetê bû. Zilamên dîn xwe danê û hinek fuqeha xwe xistin binê ala wan.

Di vê cenga tirsnak de şexsîyeta îmamê Sadiq (silav lê be) bariz bû. Wî (silav lê be) mebadîyê Îslamê hildigirt ji bo ummetê û perwerdên wê neşir dikir û dengê înkarê li dij zilmê bilind dikir û bi temamê quwweta xwe dawetî îslahê dikir. Di tada wê de hevalê ummetê bû. Lewra têkilîyên wî (silav lê be) bi ferdan re pir bû û rû lê zivirî bûn û zilamên rûşenbîr û dawetvanên silhê xwe da bûn bal. Lewra wî (silav lê be) dizanibû ku dawet çewa dest pê dike û çewa nefs ji nexweşînên civakî tê derman kirin. Daweta wî (silav lê be) sexlem bû. Ronayîya raya gîştî û teşwîqa xwepêgirtina bi ehkamên Quranê kiribû armanc. Şefeqa daweta wî berfireh bû. Çewa ku daweta wî bi feqîyên wî li her deverî belav bûbû. Bes, medresa wî (silav lê be) bû cîgeha zilamên ummetê û kanîya ulumên Îslamî.

Rewişta medresa îmamê Sadiq, (silav lê be) ya ku kiribû xû ji xwe re û menheca ku taybetî pê bû di navbeyna medresên Îslamî de, serxwebûna wê ya ruhî û ser netewandina wê ji dewletê re û ne berfirehkirina mecalê ji walîyê karan re ku karibin mudaxilê karê wê bibin yan kudi tewcîha wê û tetbîqa nîzamê wê de destê wan hebe. Ji ber vê yekê jî dewletê nukaribû wê di meslehetên xwe yên taybetî de bide şixulandin yan di karên dewletê de alîkarîya wê bike. Ji xwe ev ne mumkin bû – welew kêferata xwe berpêş jî bikirina – wê ji dema destpêka xwe ve digel zaliman herbê dikir û mêla wan ne dikir. Çewa di navbeyna wê û wan de têkilîya hogirîyê jî pêk nehat. Di navbeyna wê û wan de yekrengî jî çê ne bû. Ha bi vê nehca ku tê de didomand û rewişta ku taybetê wê bû, gerîya armanca xeteran. Gelemşa navbeyna wê û dewletê şidîya û neyartî sitûr bû. Dewletê jî nukaribû ji menheca xwe were xwarê û hezkirina wê bidestxe û alîkarîya wê bike û medresê jî nukaribû ji îrada dewletê re teslîm bibe û wezîrtîya wê bike û bikeve xizmeta wê û pê re alîkarîyê bike. Gelo wê ev çewa çê bibûya?! Ew ji destpêka xwe ya ewil têkîlîdarê du giranbihayan bû: Kîtaba Xweda û Itreta Resulê (xweda li wî û ehlê beyta wî selat bike) wî. Ew her du bi hev re bûn û di milên hev de bûn di edakirina wacibên wan de ji bona îrşada ummetê û hîdayeta wê qetûqet ji hev nedibûn. Quranê ji alîkariya zaliman û mêla bi wan men`i kiriye:

 (وَلاَتَرْكَنُوا إِلَى الَّذِينَ ظَلَمُواْ فَتَمَسَّكُمُ النَّارُ وَمَالَكُم مِّن دُونِ اللَّهِ مِنْ أَوْلِيَاءَ ثُمَّ لاَتُنصَرُونَ)

Mêla bibal kesên zilmê dikin nekin yan na wê agir bigihîje we û ji Xwedê pê ve jî tû ewlîyayê we nîne û him hûnê alîkarîyê jî nebînin.[1]

 



1 next