CIWANÎ di Riwayetên Ehlê Beytê da



CiWANî

 Ciwanî

. Pêxember (s.a.a): Ciwanî çiqek e ji dînatîyê.

. Ew (s.a.a): Baştirîn ciwanên we ewin, yên xwe wek mirovê navser lê bike û xirabtirîn navserên we ewin, yên xwe wek ciwana lê bikin.

. Imam 'elî (a.s): Du tişt hene ku başîtîya wan nayê zanîn heta ji dest neçin: Ciwanî û selametî.

- Terbîyekirina Xorta

. Ew (a.s): Dilê nûgehiştîyan wek erdê bayir û nekelayîye, çi tişta tê da bê çandin qebûl dike.

. Imam Sadiq (a.s): Ji Ehwel ra got: Tu çûyî Besrê? Got: Belê. Kerem kir: Te şewq û viyana xelkê di bara vê meselê da (imameta Ehlê Beytê) û qebûlkirina wê çawa dît? Vêca ewî got: Wellahî ew kêmin û hinekî kar kirine. Lêbelê kêm kar kirine. Vêca kerem kir: Xwe bigîhîne nûgehiştîyan (xorta). Çiku bi rastî ew ji bona hemî xêr û başîyan bi leztir in.

- Fêrbûna Di Ciwanîyê da

. Pêxember (s.a.a): Kesê di ciwanîya xwe da fêr bibe (bi’elime) ew wek wê ye heçweku li ser kevir bi kolanê nexşik çê kiribe û kesê di halê mezinahîyêda fêr bibe û bi’elime, wek wê ye ku nexşikî li ser avê bikêşe.

. Imam Baqir (a.s): Eger ciwanekê peyrew ê Ehlê Beytê bînin bal min ku zanîn û têgehiştina dîn li balê tune be,ezê wî edeb bikim (û tenbîh bikim).

. Imam Sadiq (a.s): Ez naxwazim ciwanekê we xêncî di du hala da bibînin: Ew an gerek e alim û zana be û an jî di halê bi destveanîna zanînê da be, eger ne wereng be, kêmasî jê çêbûye. Eger kêmasî kiribe ewî xwe ji navbirî ye û zayî kirîye, vêca eger xwe zayî bike ew gonehkar bûye û sond bi wîyê Muhemmed (s.a.a) li ser heqîyê rê kirî, kesê gonehkar be wê bikeve nav agir.

- Bi Qedrbûna Ciwanê Abid

. Pêxember (s.a.a): Bi rastî Xwedayê Teala bi ciwanê ehlê 'ibadet li ser melaîketa iftîxar dike, dibêje: Berê xwe bidin bendeyê min! Ji ber xatirê min şehwet û xweşîyên xwe terk dane.

. Pêxember (s.a.a): Bi rastî Xwedayê Teala hej ciwanê tewbekar dike.



1 next