Kerb û xezeb, kilîda hemî xirabiya ye



Kerb û xezeb, kilîda hemî xirabiya ye

 

Dawûdê kurê Ferqed dibêjê, Imam Sadiq selam lê bin got: «Kerb û xezeb, kilîda hemî xirabiya ye»[1].

 Şîrove:

Lêkolê mezin Ehmedê kurê Muhemmed‌, navbangê bi Ibn Miskiweyh[2] di kitêba hêja ya «Teharet-ul E'raq» da gotinek heye ku naveroka wê ev e:

Gotara Ibn Miskiweyh di te’rîfa xezebê da

Xezeb, di heqîqet da hereketek nefsanî ye ku pê wê, xûna dil ji tolgirtinê ra dikelê; vêca dema ev hereket dijwar bibê, agirê xezebê geş dikê û xûnê di qelb da dikelênê û reyên xûn û mejîyê tejî d‌û û d‌ûman dikê, û ji ber wê ‘eql ze'êf dibê. Û ser gotina hekîman meseleya mirov di vî halî da wek şkeftekî ye ku li ber derê wê agir hilkin ku, d‌ûyek tevlî agir ewê tejî bikê û ji ber geşî û gurîyê fîzfîz jê biçê ‘esmana, û vêca çare nemînê û temirandina wê bi zehmet bikevê. Û wisa lê bê ku çi tiştî bavêjin ser da, bitemirênin; ew jî bibê maddeyek ji şewatê ra û ser agirê wê ve zêde bikê. Di vî halî da, mirov ji durustîyê kor dibê û ji bihîstina şîret û we’zê ker dibê û di wî halî da heta we’z û şîret dibê sebebê zêdebûna xezebê û keliyana wê, di vî halî da mirov bêçare dimînê. Piştî wê dibêjê: Buqrat[3] gotiye: Hêviya min ji gemiya ketî ber tûfana dijwar, ku pêlên behrê yên wek çiyan ew girtîn ber xwe, pitir e ji wî yê xezeba wî fûrîyî, çiko bi çi awayê heyî gemîvan wê gemiyê di vî halî da bisekinînin, lê dema nefs bikevê vî halê xezebê, qet çi çare jêra nînin; çiko tu çiqa çarekî wek we’z û şîret û xweşikandin û zarîyê bikar bînî, her ser pêt û guriya agirê wê ve zêde dibê. Gotina wî xilas.[4]

Vebir: Derheq feydên quwe ya xezebiyye da ye

Bizane hêza xezebê, yêk ji qenciyên mezinê Xuda ye; ku bi rêka wê ve dunya û axiret ava dibin û pê wê mirov û sîstema 'ayileyê tê parastin; herwiha eserek girîng heye di şikl girtina medîneya fazile û hevgirtina komê da. Eger ev hêza hêjayî, di heywana da nebûya, ji ber nexweşiyên tebî’et, berevanî ji xwe nedikira û wê jinav biçûya. Û eger di mirovan da tinebûya, xêncî ji vê, wê ji gelek pêşketin û kemalatan paşde bimaniya. Çewa ku kêmasî ya di qeydê da jî, ji exlaqên nebaş û kêmasî ya melekatan hesab dibê ku xirabiyên zehfî pêve tên, wek: Tirs û sistî û tenbelî û teme' û kêmtaqetî û xweragirî ya kêm -di cihên lazim da- û rihetîxazî û bêhalî û çûna bin barê zulm û rezîletîyê da, ku ji wî an 'ayileya wî ra tên pêş û bêxîretî û sisthimmetî. Xudê di sifetê bawerdaran da kerem dikê: «Eşddu ‘el-el kuffar, ruhemau beynehum».[5]

Emrê bi me’rûf û nehya ji munker û cî anîna hud‌ûd û te'zîratan û umûrên dî yên dînî û ‘eqlî, hema tenê li ber sîbera vê quwe ya hêja ya xezebiyye pêk tên. Nixwe ewên guman kirîn temirandina quwe ya xezebiyye û kuştina wê ji kemalat û me'aricên nefsê ye, ketine xeletek mezin û ji heddê kemal û i’tidalê bêxeber in. Rebenan nizanin ku Xudayê Te’ala ev hêza hêjayî di hemî heywanatan da bêhûde çênekiriye û ev hêz û quwe di benîadem da kiriye sermaya jiyana mulkî û melekûtî û kiriye kilîda xêr û bereketan. Cihada digel dujminên dîn û parastina 'ayilê û berevaniya can û mal û namûsê û cihada gel nefsê ku ji dujmintirînê dujminê mirova ye[6] xêncî pê vê hêza hêjayî çênabê. Pêşîgirtina ji hedderîyê û parastina hedd û sînoran û dûrkirina ezyet û azarê ji kom û komel û şexsan, pê vê hêzê çêdibê. Ji ber vê yêkê ye ku hekîman ji netemirîn û bêhal nebûna wê ra hinek derman peyda kirine. Û ji hişyarkirin û bizava wê ra hinek dermanên ‘ilmî û ‘emelî hene, wek: Kirina karên girîng û bixeter û çûna meydana ceng û şer û cihada gel dujminê Xudê, dema wextê wê bê. Heta derheq hinek mutefelsifan da gotine ku: Diçûya cihên tirsê û li wêderê dima û xwe d‌avêta cihên pir xeter û di wextê telatum û hêçî ya behrê da siwarê gemiyê dibûya, da ji tirsê û pelîşokî û sistîyê xilas bibê.[7] Welhasil hêza xezebiyye di zatê mirov da hatiye danîn, herçend di hinekan da temirî û bêhal e, wek agirê di bin xweliyê ve. Eger mirov di xwe da halê sistî û bê xîretîyê ihsas kir, ge­reke pê bikarbirina dijê wê, li dermankirinê bigerê û ji wî halî derkevê û nefsa xwe mu'tedil bikê, ku ew cesaret û şuca’et e û ji melekatên baş û sifetên qenc e. Emê di pey ra jê baxivîn.



1 2 3 4 next