HZ. MUHEMMED Ê MUSTEFA (S.)Jıyana Ehlê BeytHazır kırn a: Muhemmed ê Farqînî û Mucteba Subhî Cihan, berya Islam ê Berya hatina Islam ê, gelên seranserê cihanê, ji alîyê bawer û raman, karên ferdî û civakî ve, di rewşeka gelek xirab da dijîyan. Gerçê hemû warên alemê, tev wekhev nebû lê mirov dikare bêje: " ku hemû mirovên cihanê di nava şaşî ya ramanî û fikrî, adedên xeletîyê civakî, xurafe û efsane û pirsgirekên civakî û exlaqî da bi hev ra, hevpar bûn". Berya hatina Islam ê, cihûyan, ola Hz. Mûsa (a.) guhurandi bûn û eslê olê bi şiklekî ziwa û hişk pêk anî bûn. Ruhê maddîgerî di jîyana gel da rayda bû. Mixabin mesîhîyet jî, ku ji bona paqijî ya ruh, exlaq û xûya mirovan hatibû ( û binyadgerê wê Hz. Î'sa Mesîh (a.) vê wezîfê ji alîyê Xuda yê Mute'al, girti bû.) ji alîyê rahiban hatibû guhurandinê.
|