TAHIR إَBABA



Ez mezinê pirtûka evînê

Hosteyê zimanê pehlewî me

 

Dîsa mirov dikare bibêje ku Baba Tahirê Oriyanî jî wekî Ehmedê Xanî, bi jiyana li welatê xwe (Kurdistan) bextewar bûye û ligel ku ereban Kurdistan wekî; ‘Welatê Çiyan’ bi nav kiriye jî, dîsa wan bi zimanekî xweş pesnên welatê xwe dane. Xanî dibêje; ‘Kurd im, çiyayî me ne ji alî me’. Baba Tahir jî wiha behsa vê rewşê dike: ‘Serfiraz im, welatê min serê çiyan e.’

 

Baba Tahir bi eslê xwe ji bajarê Hemedanê ye. Hemedan wekî paytextê dewleta Med a ku ji aliyê kurdan ve hatiye avakirin tê zanîn. Lewre jî Baba Tahir bi navê bajarê xwe jî ango bi navê Baba Tahirê Hemedanî jî deng vedaye.

 

Her wiha ji ber ku li ser rûyê erdê û cîhanê tu tiştê wî nebûye, bi navê Baba Tahirê Oriyanî jî tê nasîn. Ev nav jî ji tazîbûn û bêmaliyê tê. Baba Tahir ji bo vê rewşa xwe jî wiha dibêje:

 

Her kes di hêlîna xwe de dijî



back 1 2 3 4 next