TAHIR إَBABA



Baba Tahir

Helbestvanê kurd Baba Tahirê Oriyanî wekî Baba Tahirê Hemedanî jî tê nasîn. Tê texmînkirin ku di sala 935'an de li Hemedanê ji dayik bûye û di sala 1010'an de jî çûye ser dilovaniya xwe. Ew zêdetir bi navê xwe yê Oriyanî tê nasîn. Wî bi zaravayê lorî helbest nivîsîne. Piştî Zerdeşt ew wekî yekemîn helbestvanê kurd ê payeberz û serkeftî tê hesibandin. Helbestên xwe li ser mijarên wekî; evîn, ol û şer rêsandine.

Tê gotin ku di aliyê raman û fikrî de gelek aliyên Baba Tahirê Oriyanî dişibin yên Ehmedê Xanî. Wekî tê zanîn Baba Tahir di dawiya sedsalan 10’emîn de, Ehmedê Xanî jî qasî 700 salan piştî wî ango di sedsala 17’emîn de jiyaye. Mirov dikare bibêje ku pêkan e ku Ehmedê Xanî ji fikrên wî sûd wergirtibe.

 

Baba Tahir helbestvanê yekemîn ê ku bi zaravayê zimanê kurdî, lorî helbest nivîsandine. Pirtûkeke wî ya helbestan li bakur bi kirmancî jî hatiye weşandin.

 

Taybetiya Baba Tahir û  Ehmedê Xanî ya hevpar a yekemîn ew e ku her du helbestvanan jî bi zanebûn, zimanê xwe yê dayîkê bi kar aniye û sedema vê yekê jî di helbestên xwe de aşkera kiriye. Ligel ku di serdemên her du helbestvan tê de jiyane jî de, nivîsandina bi erebî serdest bû, dîsa jî bi israr bi kurdî nivîsandine. Baba Tahir sedema vê yekê wiha vedibêje:

 

Kes bi tu çawayî qîmeta min nizane

Ez li vî welatî ji kêmî kêmtir im



1 2 3 4 next