Ehmede Xani



BAXÊ SORGULAN

Ez çûme baxê sorgolan Wextê sehergahê bixef
Min dî sedaya bulbulan Dagirtibûn her çar terf

Sewta hezar û qumrîyan, dengê rubab û muxennîyan
Teşbîhê bezma bengîyan, hevdengê hevbûn çeng û def

Manendê mest û serxweşan, ez çûme bezma mehwesan
Ebrû keman û çavreşan, cerg û dilê min kir hedef

Peygan di cergê, dîlberî ten bûye sendûqa berî
Seddeq ji husna wî perî, hêja li min bû, kerb û gef

Hêja li min bû kerb û kîn, zahir xezeb, batin kenîn
Lê xemzeyek da min nihîn, eqlê me dîsan kir telef

Dîsan hebîba çav belek, îhsan di gel min kir gellek
Lewra dîgel zûlfên xelek aloz me tînin qişt û lef

Xemrîy û qişt û zulf û xal, hemyan li ser ruxsarê al
Dîger hêbûn ceng û cîdal, lêk alîyan bûn sef bi sef

Sef sef medî wê kirye ceng, hindek hebeş hindek fireng
Vêk raperandin wek xedeng, dîger hebûn wan laf û leff ( geff )

Diger hebûn de´wa û şerr, derbû li min tîpa teter
Jêk rakirin qelbu cîger rihtin ji dil xwîna bikef

Rihtin gelek xûna dilan sehmarê zulfê sermilan
Bê rehm û mesta qatilan, meyxwar ji fincana sedef

Wan meyxuran ebter kirin, bê quwwet û rengzer kirin
Wellah „ ji dil kher-kher kirin, „ Xanî “ bi sed ah û esef ( Xanî bese! Ah û esef )

 

DILA

Dila! Qet nîne meh‘bûbek, ji te cuz’ek nebit lalî
Dilarama! Ne mec’zûbek heye, sirra te jê xalî

Eger sirra di qelban e, weger Nûra di wechan e
Bi min yek reng û yek ta ne, di gel yek bûn li wî alî

Ji xeybê ew bi yek hatin, hemî cotin ne tek hatin
Wekî çavêt belek hatin, bi hev ket şahî û te’lî

Eger çist e eger Nûr e, eger nêzîk eger dûr e
Birîna aşiqan kûre, ji ser tîra kurrê Zalî

Ji ser tîra mucewher bû, çi awir bû, çi xencer bû
Ji bo min ra muqedder bû, dema puf kirne selsalî

Weger selsal û fennar im, tijî nûrim tijî narim
Di batin şubhê xunkarim, bi zahir ketme vî şalî

Bi zahir şalê xweh zîba, gellek etles gellek dîba
Gellek sîm û gellek şîba, me havêtin, cîger nalî

Cîger nalî me havêtin, hemî yek yek hilavêtin
Gello kî bit ku navêt in, hebînek çar û deh salî

Meger hermin divê dîlber, du sed îlman bikim ezber
Ji xilxalan dibit ebter, Mela meqsûde xilxalî

Mela meqsûdê min xal e, ne mulk û menzel û mal ê
Ne îlm ê qal e, ê hal e, me hasil kir bi ebdalî

Me hasil kir bi xêzanî, bi muştaqî, bi heyranî
Wekî genca di wêranî, me peyda kir bi remmalî

Bi remmalî me peyda kir, dilê xemgîn me pê şa kir
Neqîyyîl-xed û îbra kir, wekî zêrra du sed salî

Neqîyyul-xed tilaya nin, berat û emr û ferman in
Bi tuxra û bi nîşan in, di dest uşşaqê delalî


 

DILÊ ŞEYDA

Disan dilê şeyda ji nû, da îxtîyar perwazî kir
Seydek dîye ber daye dû, meyl û fira şehbazî kir

Meyla wî mehza hîkmet e, şeyda wî enqa şîret e
Teyrê wî bala hîmmet e, lewra teleb efrazî kir

Enqa bi dest kes nakevit, damek divê ew dakevit
Nabit ku xafil rakevit, yê qesdê seyda bazî kir

şeyyadiya min bû ebes, daîm li min teng bû qefes
Rahet benûm ez yek nefes, min lew bi efxan sazî kir

Saz û semaya suhbetê, govend û çerxa de’wetê
Fikrîme şekl û qametê, bîr têne mi-b awazî kir

şeklê mecazî çendek e, şeyda heqîqî werdek e
Teyxûnê qeyda lê veke behrê, me ber endazî kir

Zincîr dibe teyxûn bitin, cendek li pêsber xûn bitin
şunqar ne dê mecnûn bitin, uskûf ji çavan bazî kir

şunqarê çav teyxûnê dil, berdane dû çavên bi kil
Xanî! Ewan gêra xecil, lewra mecaz axazî kir


ENQAYÊ BEQA

Beydayê fena gerçi benim rehguzerimdir
Enqayê beqa hîmmetê hemrahê perimdir

Wehm eylemezem sehmê bela,qewsê felekden
Atilsa, çu destimde tewekkul sîperimdir

Ben baxê Cîhan içre eceb nexlê belayem
Başimda bela berg û meşeqqet semerimdir

Saqî bana îmdadi kilip, fatihê bab ol
Meyxane terîqimde kim evvel seferimdir.

Ben aşiqê dîdarê ne hacet xemê diwar
Cennet dexi ber perde ê qet’ê nezerimdir

Perwane ê perr soxîte ê şem’ê qedîmim
Nîranê cehennem şererê bal û perrimdir

Alam û cefasîle xweşim ben rehê îşkin
Xanî! Bana bu yolde, qedem çeşmê serimdir


ERŞÊ MUELLA

Ey ayîne ê dil bi Cemala Te mucella
Sed sefhe bi yek zerre ji nûra Te mutella

Insan, Te ji bo alemê Kubra kire nusxe
Lew mudxeyekî jê Tu dikî Erşê muella

Wehdet bi heseb kisretê e’yanê mezahir
Her so bi sifatan diketin keşfê tecella

Lew muxtelefîl-qewl û emel bûne xelaîq
Kafîr, ji senem bûne bi navê Te tesella

Sirra xwe nîhanî ku Te da Ehmedê Xanî
Ez xeyrê berî şud, be Ti awerdî tewella


 

EY DIL

Ey dil, eger bi neqdê can, cinsê giran bihayê zulf
Bigrî, bizan dê ku mecan! Cewherê can fedayê zulf

Xunçeyê tengî hewsele, dil ji rikan bi girt debî
Subhîgehan ku seh di ket lexlexe yê hewayê zulf

Meşqê diket wek kutuban Rûyê Nigar û Husnê xet
Bende hezar û tiflê dil, hatine ber Melayê zulf

Aşiqê bê ceger meger sebrê ji can û dil di ket
Manîyê gencê meqsede, heybetê ejdehayê zulf

Herserê mû bi sazekî, cilwe diket bi nazekî
Aşiqê îşqîbazekî, bendî diket belayê zulf

Rom û fireng û hîndîyan, xal û nîsan û xemrîyan
Xencer û şîr û misrîyan, ceng e li ber liwayê zulf

Tac û tomar û bin perran, le´l û guhar û gewheran
Serxoş û dîn û ebteran, reqse digel semayê zulf

Law û rewal û rêspîyan, mîr û wezîr û cundîyan
Serxoş û mest û bengîyan, derde ji macerayê zulf

Şêx û mirîd û salikan, şah û feqîr û malikan
Cust û çeleng û çapikan dilket û bende payê zulf

Ef’a û mar û ejder e, misk û zebad û enber e
Nefxe yê rûhî perwer e, raîheyê hewayê zulf

Bê meyy û bê dewayekî, bê deff û çenk û nayekî
Dîn diketin Melaye kî, cezbe ê dil rubayê zulf

Mîr û mela û mahîran, çendî belîx û şaîran
„Xanî „ û hindî haziran, dade! ji ber belayê zulf ( derde, ji destê tayê zulf )



back 1 2