TEFEKKUR



TEFEKKUR

 

 

Imam Sadiq (e.s) dibêjê, Mîrê bawerdaran digota: «Pê fikirkirinê, dilê xwe hişyar bike; şev, kêleka xwe ji ‘erdê dûr bike; hay ji navbeyna xwe û Xudayê xwe hebe».[1]

 

Ewa ji «kane yeqûl - digota» tê fêhmê, ne wek «qale - got» û «yeqûl - dibêjê» ye. Çiko ji wê, dewam û istimrar tê fêhmkirin. Nixwe kifş dibê ku ewî hezretî, ev xeberdan berdewam gotiye.

Tenbîh, deranîna ji bêxeberîyê û hişyarkirina ji xewê ye. Li  vêderê herd‌u me'ne jî munasib in; çiko dil, pêş fikirînê da di bêxeberîyê û di xew da ye û pê tenbîhê, xeberdar û ji xew hişyar dibê. Xew û hişyarî û xeflet û hişyarî ya mulkê bedenê û melekûta nefsê, gel hev muxtelif in: Çêdibê çavê eşkere û cenba mulk hişyar bê, lê çavê batin û besîret di xew da bê û cenba melekûta nefsê di xeflet û bêhişîyê da bê.

Tefekkur, bikarbirin û şuxulandina bîr û hizr û fikrê ye. Bi vê me'nê ku, mirov tiştên me'lûm û kifş, bidê ber hev, da tiştên mechûl me'lûm bibin. Ew berfirehtir e ji tefekkura meqamatên salikan, çiko «Xwaceyê Ensarî»[2] wiha behsê jê dikê: «Tefekkur, ew e ku besîret bikevê pey daxwazê, da ewê peyda bikê».[3] Kifş e ku daxwaza dil, me’arif û zanîn in. Ji ber vê di hedîsa şerîf da jî mexsed ji tefekkurê, taybeta dil û jiyana wê ye.

Dil û qelb, ev jî kelîmeyeke ku gelek me'ne û istilah jêra hene: Li  bal doktor û xelkê, ji wî goştî ra tê gotin ku pê qutqutîn û vebûn û dadanê, xûnê di rehên bedenê da diherikênê û di wê da rûhê heywanî peyda dikê. Li bal hekîman, ji hinek meqamatên nefsê ra tê gotin. Yên ‘irfanî jêra hinek meqamatên mir’atî zanin, ku nûqîbûna di istilahên wa da, wê me ji mexsedê dûr bikê. Di Qur’ana pîroz û hedîsên şerîf da, di cî yên muxtelif da hatiye, hem di me'na ku xelk jêra dibêjin, hem jî di me'na xass û taybet da. Çewa ku: «Iz-il qulûbu ledel henaciri kazimîn»[4] bi me'na mute'arefa doktoran hatiye. «Lehum qulûbun la yefqehûne biha»[5] bi me'na di nav hekîman da hatiye. «Inne fî zalike le zikira limen kane lehu qelb...»[6] gorekî istilaha ‘arifan bikar hatiye. Di hedîsa şerîf da jî bi munasebeta «tefekkur»ê bi me'na ku hukema dibêjin, hatiye. Qelb, di hedîsê da bi me'na ku ‘arif dibêjin, bêmunasebet e; nexasma hinek ji meratibên wê me'nê, çewa ku ehlê istilahê vê meselê baş zanin.

Gotina: «Cafi ‘en-il leylî cenbek»: Cefa, bi me'na be'ûde ye. Hasilê ‌vê ristê, kinaye ye ji wê çendê ku mirov bi şev ji nav cihkê xewê derkevê û ji ‘ibadet ra rabê.



1 2 3 4 5 next