LIQAULLAH



LIQAULLAH

Seyyid Seccad Bêzûzan

Rawî dibêjê, min got hezretê Sadiq (s.e): «Yê hej liqaya Xudê bikê, Xudê jî hej liqaya wî dikê? Yê ji liqaya Xudê nexweş bê Xudê jî ji liqaya wî nexweş e? Got: “Belê”. Vêca rawî dibêjê: “Wellahî me ji mirinê nexweş e”. Kerem kir: “Ne wereng e çewa tu guman dikî. Evahe li wextê mirinê da me'lûm dibê: Dema ew tişta ku jê hez dikê bibînê, hingê tiştek ji wî ra şîrîntir nîne ji wê çendê ku bi aliyê Xuda ve biçê û Xudê jî hej dîdara wî dikê û ew jî hej dîdara Xuda dikê. Lê dema ya jê nexweş bibînê, hingê tiştek ji wî ra nexweştir ji dîdara Xudê nîne û Xudê jî kerbê Wî tê ji dîtina wî”.»[1]

Liqaya Xudê û çewanî ya wê

Bizane ku ayet û riwayet derheq «liqa û dîdara Xuda» da bi awayê deqedeq û kinaye û işare pir hene û li vêderê em nikarîn hemiya bênîn, lê bikurtî emê ji hineka baxivîn. Û eger kesek bixwazê zehftir bizanê, bila binêrê risaleya Liqaullah ya rehmetî yê ‘arif, Hac Mîrza Cewadê Tebrîzî[2] (rehma Xudê lê bê) ku hedîsên vê derheqê da heta bi qederekî kom kirine.

Bizane hinek ji ‘alim û mufessiran ku bi awayek giştî rêka liqaullahê girtine û muşahidatên ‘eyniyye û tecelliyyatên zatiyye û esmaiyye inkar kirine -bi gumana wê yêkê ku zatê muqeddes tenzîh bikin- ewa hemî ayet û riwayetên liqaa Xuda, bi liqaa roja axiretê û rûbirûbûna digel ceza û sewab û ‘iqabê me'ne kirine. Ev me'nekirin gerçi derheq hinek ayet û hedîsan da ne dûr e, lê derheq hinek du’ayên cihê bawerîyê û hinek hedîsan ku di kitêbên mu'teber da hatine û hinek riwayetên meşhûr ku ‘alimên mezin xwe pê girtine, me'neyek gelek sar û dûr e.

Ev jî lazim e bê zanîn: Mexseda wa yên rêk vekirî hiştîn ji liqaullahê û muşahida cemal û celala Heq ra, ev nîne ku iktinaha zatê muqeddes caiz e an ‘ilmê huzûrî û muşahida ‘eynî ya rûhanî dagîrkirina wî zatê dagîrkerê ‘el-el itlaq mumkin e, belkî imtina'a iktinaha di ‘ilmê kullî û qasî tefekkurê û ihata di ‘irfana şuhûdî da ji wan tişta ye ku delîl û burhan li ser heye û hemî 'aqilan û ehlê me’arif û sahibdilan tifaq li ser kiriye. Lêbelê ewên mudde'iyê vî meqamî dibêjin: Piştî teqwa temam û i'raz û berzivirandina kullî ya qelb ji hemî 'aleman û refz û terkdana neş’eteyna ku mirov eniyyet û enaniyyetê bavêjê û bitemamî berê xwe bidê Xuda û di esma û sifetên wî zatê muqeddes û hubb û hezkirina wî zatî da nûqî bibê, hingê sefa û zelaliyek ji dilê salik ra peyda dibê ku dibê cihê tecellî ya esma û sifetan û perdên stûrên di navbeyna ‘ebd û esma û sifetan da heyî tên dirandin û di esma û sifetan da fanî dibê û bi 'izza quds û celalê ve tê girêdan û tedellî ya temama zatî pêk tê û di vî halî da navbeyna rûhê muqeddesê salik û Heq da ji perda esma û sifetan pêve çi perdên dî namînin.

Jibona hinek ji ehlê sulûkê ra çêdibê perda nûrî ya esmaî û sifetî jî xerq bibê û bigehê tecelliyyatên zatî yên xeybî û xwe, girêdayî û mutedellî bi zatê muqeddes ve bibînê; û di vê muşahidê da ihata qeyyûmî ya Heq û fenaya zatî ya xwe muşahide bikê û bi awayek eşkere wucûda xwe û hemî mewcûdatan sîbera Heq bibînê; çewa ku gora burhanê di navbera Heq û mexlûqê ewil da, ku mucerred e ji hemî mewadd û ‘elayiqan, hicabek nîne, belkî gora burhanê ji mucerredan ra mutleqa hicab nîne, bi wî awayî ev qelb ku di firehî û ihatê da ket rêza mewcûdên mucerred da, belkî ji wan jî derbaz kir, hingê hicabek jêra nîne. Çewa ku di hedîsa şerîfa Kafî da hatî: «Girêdayîbûna rûhê bawerdar bi rûhê Xudê ve şidhayîtir e ji ronahiya rojê ji rojê ra».

Di munacata Şe’baniye da hatiye, ku ‘aliman ew qebûl e û kelî­mên wê bixwe delîl in ser wê yêkê ku ewan hêjayan ew gotine: «Ey Xuda, birîn û veqetînek temam bi aliyê xwe ve bide min, pê pertew û şewqa nêrîna xwe, çavê dilê me ewqas ronahî bike ku çavê dilan perdên nûrê şeq bikê û bidi‌rê; vêca bigehê jêdera mezinahîyê û rûhê me bi dergahê ‘izza qudsa te ve bigirhê û bê hilawîstin. Ey Xuda! Min bike ji wan kesan ku te gazî wan kir û ewan cewaba te da û te lênêrî vêca ji ber celala te, ew ji halê xwe çû, vêca te hêd‌ûka û xef gazî kirê û ew eşkere ji te ra ket ‘emel».

Kitêba şerîfa ilahî di behsa mi’raca Resûlê Ekrem da selat û selam li wî û alê wî bin wiha dibêjê: «Summe dena fetedella * Fekane qabe qewseynî ew edna».[3] Ev muşahida huzûrî ya fenaiyye digel burhana ‘edemê iktinah û ihatê û exbar û ayetên munezzehe dijatî nîne;‌ belkî ewê dişidênê û qewî dikê.



1 2 3 4 next