XEŞYET



XEŞYET

Sufyan ji Imam Sadiq selam lê bin derheq vê ayetê da «Da hewe biceribênê ka kî ji hewe baştir ‘emel dikê»[1] neql dikê ku got: «Mexsed jê, ne ev e ku pir ‘emel bikin; belkî mexsed ev e ku, baştir ‘emel bikin. Ev baştiriya he jî tirs û xeşiyeta Xudê û niyeta durusta digel tirsê ye». Paşê got: «Hay jê mana ‘emel heta xalis bibê zehmettir e ji kar û ‘emel bixwe. ‘emel û karê xalis jî ew e ku tu nexwazî ji Xudê pêve kes dî ji ber wê, pesnê te bidê û medhê te bikê. Niyet jî baştir e ji ‘emel; heyhê! Niyet hema ‘emel e», pey ra ayet xwend ku: «Bêje herkes bi şiklê xwe ‘emel dikê»[2] yanî gora niyeta xwe.

 

Bela, bi me'na imtihan û tecrubê ye. Çewa ku Cewherî jî gotiye. «Eyyukum», mef'ûlê duwê yê «li yebluwekum»ê ye. Û gora gotina Meclisî, me'na ‘ilm di xwe da girtiye, lê ev ne durust e; çiko «eyy» istifhamî ye û fi’lê ji ‘emel paşda didê. Ya durust ew e ku rista: «Eyyukum ehsenu ‘emela», mubteda û xeber e û di me'na mef'ûlê fi’la «belwa»yê da ye. Û eger «eyy» mewsûle bê, ji gotina Meclisî ra rêyek peyda dibê, lê ya eşkeretir ew e ku istifhamî bê.

Sewab, bervajiyê xeta û xeletîyê ye. (yanî durust û rast).

Xeşiyeta duwê, ser gotina Meclisî, di hinek nusxan da nîne.

Ibqaa ser ‘emel bi me'na hayjêmana wê ye.

Şakile, bi me'na rêk û şikl û rex û alî ye. Di Qamûsê da ev me'ne û me'na, niyet jî jêra hatine gotin.

Bi hezkirina Xudê emê di çend vebiran da qasê lazim derheq vê hedîsa şerîf da baxivîn.

***



1 2 3 next