TEWEKKUL



 

TEWEKKUL

Kurê Suweyd dibêjê, min ji Imam Mûsa bin Ce’fer selam lê bin derheq vê ayetê da «Kesê tewekkula xwe bidê ser Xudê, Ew jêra bes e» (Telaq / 3) pirsyar kir, vêca ewî got: «Tewekkula ser Xudê, gelek derece hene; yêk ji wan ew e tu di hemî kar û barê xwe da tewekkula Xudê bikî, Ew çi gel te bikê tu jê razî bî û bizanî ku qet xêr û başîyê ji te venagirê û tu bizanî ku di wê da hukm û ferman ya Wî ye, vêca tu karan bispêrî Wî û di hemî karan da tu pişta xwe pê girêbidî».[1]

 

Hellal, ew e yê «hell»ê yanî rûnê kuncî di‌firoşê. Ebul Hesenê ewwil, Imam Mûsa Kazim e selam lê bin Ebul Hesenê mutleq jî ew e. Ebul Hesenê duwê Imam Riza ye û Ebul Hesenê sisê jî Imam Hadî ye (selamên Xudê li wan bin).

Tewekkul, bi heseb luxet nekarî û paldana ser xeyr e. Hesb, bi me'na bes û kafî ye. Yelûk, bi me'na kêmasî û teqsîr e. Hineka gotiye: Eger xweyê du mef'ûlan bê, hingê me'na pêşîgirî û men' didê. Bi vê me'nê, ne xirab e û me'ne xweştir e, herçend eger ne wisa bê, tiştek nabê û gel me'na kêmasî jî rêk dikevê, ji Sihahê jî xilafê wê tê fêhmê, çiko gotiye: Ela yelû, bi me'na qusûr e û di dewamê da misalekî tênê ku nîşan didê pê du mef'ûlan jî hema bi wê me'nê ye. Tewekkul xêncî ji tefwîzê ye û ew herd‌u jî xêncî ji rizayê û wusûqê ne. Emê di pey ra behsê jê bikîn.

Me'na tewekkulê û derece yên wê

Bizane tewekkulê bi heseb rêkên muxtelif gelek me'ne hene:

Xweyê kitêba Menazil-us Sairîn-ê dibêjê: «Sipartina hemî kara ye ji xweyê wê ra û piştgirêdana bi vê sipartinê ye»[2] yanî hêzên bedenî di fermana Xudê da danê û dexalet nekê di wa karên sipartîn Xudê. Û hineka gotine: Tewekkul ew e ku di hemî kara da hêviya xwe ji xelkê bibirê û bitemamî xwe bispêrê Xudê Te’ala.

Welhasil, me'nên hatîn gotin, nêzîkê hev in û nelazim e ser mefhûm xeberdan çêbê. Ya gotinê ew e ku bi heseb newekyêkî ya meqamatên ‘evdan derecên wê jî muxtelif in û çiko pêhesana tewekkulê girêdayî ye bi zanîna meqamê bendan ve, derheq nasîna Xudê Te’ala da, em mecbûr în hinekî jê xeber bidîn.



1 2 3 next