IXLAS



IXLAS

Sufyan ji Imam Sadiq selam lê bin derheq vê ayetê da «Da hewe biceribênê ka kî ji hewe baştir ‘emel dikê»[1] neql dikê ku got: «Mexsed jê, ne ev e ku pir ‘emel bikin; belkî mexsed ev e ku, baştir ‘emel bikin. Ev baştiriya he jî tirs û xeşiyeta Xudê û niyeta durusta digel tirsê ye». Paşê got: «Hay jê mana ‘emel heta xalis bibê zehmettir e ji kar û ‘emel bixwe. ‘emel û karê xalis jî ew e ku tu nexwazî ji Xudê pêve kes dî ji ber wê, pesnê te bidê û medhê te bikê. Niyet jî baştir e ji ‘emel; heyhê! Niyet hema ‘emel e», pey ra ayet xwend ku: «Bêje herkes bi şiklê xwe ‘emel dikê»[2] yanî gora niyeta xwe.

 

Bi çend awayan ji ixlasê xeberdane û emê bi kurtî behsê ji wan xeberdana bikîn ku di nav ehlê sulûk û me’arifan da heye.

‘Arifê hekîmê salik Xwace ‘Ebd‌ullahê Ensarî dibêjê: “Ixlas zelal kirina ‘emela ye ji hemî şêlûtiyan. Ev hem şêlûtî ya birazî bûna xwe digirê ber, hem jî şêlûtî ya pê razîbûna xelkên dî”.

Ji seydayê hêjayî, Bihaî neql kirine ku: “Ehlê dil çend te’rîf jêra anîne, hineka gotiye: Paqij kirina ‘emel e bi vî awayî ku ji Xudê pêve kesî behr tê nebê”. Evahe wek te’rîfa pêşda ye. Ev jî hatiye gotin: “Ewê kar û ‘emel dikê ji ber ‘emelê xwe ve, kirih û berjewendiyek di du cihana da nexwazê. Ji xweyê Xeraib-ul Beyanê jî neql bûye: “Muxlis ew in yên bi awayekî ‘ibadetê Xudê bikin ku di bendetîyê da ne xwe bibînin ne jî 'alem û ehlê wê; û ji muşahida rubûbî ra ji hed û sînorê bendetîyê dernekevin”. Nixwe dema ‘evd lezzet û parên axê heta ‘erş ji xwe avêtin, hingê bi rêka dînî ve çûye. Û ew rêkek ya bendetîyê ya wereng e ku xalis bê ji dîtina qewimîna bi wasita şuhûda rûhê cemala Rebb. Eve ew dînê ku Xudê ji xwe ra bijartî û gotî: «Heyhê, dînê xalis ji Xuda ra ye...»[3]

Ji seydayê muheqqiq Muhyeddînê ‘Erebî[4] neql e ku gotiye: “Bizane dema dîn ji xeyriyet û xwexazîyê paqij bû, hingê ji Xuda ra ye, çiko pê fena ya kullî ya te di zatê Heq da, êdî ji te ra zat û sifet û fi’l û rêçik namînê, eger newebê, dîn bi awayek durust xalis nabê, vêca hingê ne ji Xuda ra ye”. Heta ku 'ubûdiyet û xeyriyet û enaniyet hebê‌ û behsa 'abid û me'bûd û ‘ibadet û ixlas û dîn di holê da bê, şêlûtiya xeyriyet û enaniyetê wê hebê, evahe jî li bal erbabê me’arifan şirk tê hesabê. ‘Ibadetê ehlê ixlasê nexşê tecelliya mehbûb e û di dilê wan da ji zatê wahidê Heq pêve tiştek dî tine. Di gel wê ku ufuqa «imkan»ê bi «wucûb»ve girhaye û «tedellî ya zatî» û «dunuwwa mutleqa heqîqî» ji wan ra peyda bûye û rusûmên xeyriyetê bitemamî rabûne, dîsa jî hemî wezîfeyên bendetî ya xwe bi cî tînin. 'Ubûdiyeta wan bi «rewîyye» û «tefekkur» nîne, belkî bi tecellîyê ye. Çewa ku nimêja şeva mi’raca Pêxember (s.e.a) işare ye bal vê me'nayê ve.

Ixlasa piştî ‘emel

El- Ibqau ‘el-el ‘emel ... Ku di hedîsa şerîf da derbaz bû, mirov hay didê ji wê yêkê ra ku hay ji ‘emelê ku dikê hebê, çi di wextê kirinê da û çi paş hingê. Çiko çêdibê carna mirov di demê kirinê da baş û bêkêmasî bikê, lêbelê piştî hingê pê behsa ji wê bikevê riyayê. Çewa ku di hedîsa şerîfa Kafiyê da hatî:

Imam Baqir selam lê bin dibêjê: «Hayjêmana kar û ‘emel, ji ‘emel bixwe zehmettir e». Rawî dibêjê hayjêmana ‘emel çi ye? Kerem dikê: «Kesek xêr û danekî ji Xudayê wahidê bêşerîk ra dikê (riya nav karê wî ra nîne), vêca ew ‘emel jêra xef tê nivîsîn û xêra dana xef jêra tê nivîsîn, di pey ra behsa wê dikê, vêca ew nivîsîn paqij dibê û jêra xêra eşkereyê wê tê nivîsîn. Di pey ra dîsa jê xeber didê û behsa wê dikê, vê carê pûç dibê û di şûnê da ‘emelê riyayî jêra tê nivîsîn».



1 2 3 next