RIYADeprecated: Function eregi_replace() is deprecated in /home/kurealshia/public_html/page.php on line 99 Deprecated: Function split() is deprecated in /home/kurealshia/public_html/page.php on line 103 RIYA Pê seneda hatî gotin, Yezîdê kurê Xelîfe ji Imam Sadiq selam lê bin digêrê ku kerem kir: «Hemî ‘riya’ şirk in. Kesê ji xelkê ra bixebitê, kirha wî ser xelkê ye, û yê ji Xudê ra bixebitê, kirha wî ser Xudê ye».[1] Riyayê û derecên wê Bizane, riya ew e ku mirov karên qenc û xesletên baş an baweriyên heq, ne bi niyeta durusta Xudayî, belkî ji nîşandana xelkê ra ji xwe nîşan bidê, da ku qîmet li bal wan peyda bikê, an li bal wan bi diyanet û emanetdarîyê ve meşhûr bibê. Riya jî di çend meqama da ye: Meqamê yêkê; Ew du derece ye: Ya yêkê, ew e ku baweriyên heq û zanînên ilahî ji xwe nîşan bidê, da ku bi diyanet li bal xelkê meşhûr bibê û qedr û qîmet bidinê. Mesela, wek vê ku bêjê: Di hebûnê da ji Xudê pêve ez tiştekî xudan eser nizanim. An: Xêncî ji Xudê ez tewekkula xwe nadim ser kesî. An bi kinaye û rasterast xwe, xweyê baweriyên durust bidê nîşandan. Û ev awayê duwê pitir tê dîtin. Mesela: Dema behsa tewekkulê an razîbûn bi qeza ilahî dikevê ber behsê, ew pê ah kêşan an ser hejandinekî xwe di nav wan da nîşan didê. Dereca duwê, ew e ku baweriyên nedurust ji xwe dûr bikê û xwe jê berî bizanê bi niyeta wî qasî ku xwe di dilê xelkê da bidê hezkirin. Çi deqe-deq bê û çi bi kinaye. Meqamê duwê; Ew jî du derece ye: Yêk ew e ku de'wa xesletên qenc û baş bikê û ya dî ew e, bi awayê hatî gotin nebaşiyan ji xwe dûr bizanê. Meqamê sisê; Riyaya me’rîfetê ye li bal feqîhan (Xudê ji wan razî bê). Ewê jî du derece hene: Yêk ew e ku ‘ibadet û karên şer'î bikê bi qesta nîşandan û destve anîna dilê xelkê, vêca ferq nakê çi ‘emel bi qesta riyayê bikê an çewaniya wê û an şertên wê ... Çewa ku di kitêbên şerî’etê da hatiye.[2]
|