Xwerîkirina Dil ji Xuda re

Seyyid Seccad Huseynî yê CÛDÎ


Imam Baqir selam lê bin kerem kiriye: “Çar dil hene, dilek ew e ku îman û nifaq têde ye û yêk dilê bervajî ye û dilek muhrkirî ye û dilek ronahî û zelal e”. Min gotê: “«Ronahî» çi ye” Kerem kir: “Ew dileke wek çirayê. Lê vêca dilê muhr kirî, dilê minafiq e û ya ronahî jî dilê bawerdar e: Eger Xudê bidiyê, şukr dikê, eger bela serda bênê sebr dikê. Dilê bervajî jî dilê muşrik e”; di pey ra ev ayet xwend: «Ma gelo ewê li ser rûyê xwe rêve diçê rê rasttir e an ewê rasterast ser rêka rast dimeşê?!».[1] “Ew dilê îman û nifaq herdu têda heyîn jî, ew qewmeke li Taifê, vêca eger ecelê yêk ji wan di halê minafiqiya wî da bigehê, wê jinav biçê û eger di halê îmana wî da ecel bigehêtê wê xilas bibê”.[2]

Şîrove:

«Menkûs» bi me'na bervajî û meqlûb e. Zarokê menkûs ew e yê di wextê ji dayîkbûnê da piyên wî pêşiya serê wî da derkevin. Û «mukibbun ‘ela wechih» nêzîkê vê me'nayê ye, ku di ayeta şe­rîfe da derbaz bû û hezret, ew ji xwe ra kir delîl. Çiko «ikbab» bi me'na ketina deverû ye. Evahe kinaye ye ji wê yêkê ku dil û qelbê mirovê muşrik deverû ye û hereket û bizava wê ne li ser rêka rast e. Çewa ku bidirêjî emê jê xeber bidîn, inşaellah.

«Metbû'» bi me'naya muhrkirî ye, «teb'» bi me'na muhr e, «tebe'» jî bi me'na pîsatî ye. Li vêderê eger bi me'na muhrbûyî bê, kinaye ye ji wî qasî ku gotina heq û heqîqetên Xudayî qebûl nakê, bi vê me'nê nîne ku Heq Te’ala lutfa Xwe ya taybet jê vedigirê, gerçi ew me'ne jî durust e, lê ya hatî gotin munasibtir e.

«Ezher» , ser gotina «Niha»yê: Ji spî ya ronahî ra, gora gotina Sihahê jî, ji tişta ronahî ra tê gotin, ji heyvê ra ezher tê gotin. Ibn Sikkît dibêjê: “Du ezher, ji roj û heyvê ra tê gotin”. Mirovê ezher ew e yê spî yê rûyê wî ronahî didê. Ji jina bi wê pêkê ra: zehra, tê gotin. Welhasil, ezher bi me'na spî û nûranî ye û ji ber wê yêkê ji roj û heyvê ra ezheran hatiye gotin û ji zelamê spî yê nûranî ra, ezher, ji jina spî ya nûranî ra jî zehra, tê gotin.

«Ecred», ew e mû di bedena wî da tinebê. Di Sihahê da hatiye: Curd, ‘erdê bê şînkatî ye. Evahe jî kinaye ye ji girêdayî nebûna bi dunyayê ve. Li vêderê qasê munasibê hedîsa şerîf emê di yêk pêşekî û çend vebiran da bêjîn.

Pêşekî: Durustkirina dil

Ser zimanê şerî’etê û hekîm û ‘arifan derheq dil da hinek gotin hene ku vêderê ne cihê xeberdana ji wa ye û ji me ra jî gelek feyde têda nîne. Nixwe ya baş ew e çewa ku di hedîsên şerîf da bi icmal jê derbaz bûyîn, em jî jê derbaz bibîn û tişta ji me ra lazim û muhim em behsa wê bikîn.

Evê bizane, durustkirina dil û xebata li vê derheqê da, ku durustî û xirabiya wê, sermaya bextewerî û bextreşîyê ye, lazimtir e ji teftêşa heqîqeta wê û durustkirina istilahên rayic yên wê. Çiko carna çêdibê mirov pir bi istilah û fêhma kelîman ve mijûl bibê û êdî ji dilê xwe bêxeber bibê û ji durustkirina wê paşde bimînê; çêdibê mirov di şîrovekirina heqîqet û mahiyeta dil û qelb û istilahên hekîm û ‘arifan da bibê seydayek temam; lê Xudê nekirî dilê wî bixwe ji dilên bervajî û muhrkirî bê, wek kesê ku xasiyetên giyayên baş û nebaş bizanê, lê ew bixwe, xwe ji yên zerer tê heyî nedê paş û yên feyde tê heyî istifadê jê nekê. Ev mirovê wiha, digel wî qasî ku zanînek baş ya dermannasîn heye, wê jinav biçê û ev zanîn nabê sebebê xilasiya wî.

Me pêşda got[3] ku zanîn bi awayek giştî ‘emelî ne; heta bi ‘ilmên me’arifî jî ku bi awayekî ‘emel di wan da jî heye.



1 2 3 4 next