Xêr û Şerr Di Nêrîna Kitêb û Sunnetê

Seyyid Seccad Huseynî yê CÛDÎ


Mu’awiye kurê Weheb dibêjê: «Min ji hezretê Sadiq selam lê bin bihîst digota: “Ji wan tiştên di Tewratê da hatî û Xudê wehy kirî ji hezretê Mûsa selam lê bin ra ev bû ku: “Hema ez im ew Xudayê çi xuda ji min pêve neyîn. Min xelk xuliqand û başî jî xuliqand, vêca min ew bi destê wî yê ez hejê dikim herikand, xwezika wî yê min başî ser destê wî herikandî. Û ez im ew Xudayê xêncî min çi Xuda neyîn. Min xelk afirand û xirabî jî afirand, min ew bi destê kesê min viyayî herikand, vêca nexwezika wî yê min ew ser destê wî herikandî”.»[1]

Şîrove:

Elehe, bi me'na ‘ibadet e, ilah, bi me'na mef'ûl e, wek imam, bi me'na wî yê dikevin pey wî ye. Ilah, eslê Ellah e ku piştî hatina elif û lamê, hemze ji sivikkirinê ra jinav birine. Hineka gotine elif û lam, ji ber hemzê ve ne. Heryêkî ji van du gotina delîlek edebî heye ku jê xeberdana wan lazim nîne. Di zimanê Xudayiya da jî «ilahiyyet» û «ulûhiyyet»ê zêdetir ji meqamê tecellî ya bi fi’l û meqamê feyza muqeddes ra dibêjin; Ellah jî ku lefza celale ye, xalib ji meqamê zatê mustecme'ê sifetan ra bikar dibin. Carna jî bervajî bikar tê birin. Ihtimal heye di vê hedîsa şerîf da bi me'na luxewî ya 'urfî bikar hatibê, yanî: Ez me'bûd im û xêncî min me'bûd nînin. Eger bi vê me'nê bê, me'na wê dibê ev ku hema bendetî tenê ji Wî ra tê kirin û kes dî ne musteheqê wê ye, gerçi ji ber xeletî ya xelkê, tiştên dî jî dibin me'bûd. An jî gora gotina ehlê dil û erbabê me’rîfetê ye ku ‘ibadet di her şiklî da ‘ibadetê kamil mutleq e û mirov bi heseb: «fitretellah elletî feter-en nase 'eleyha» (Rûm/30) li pey cemîlê ‘el-el itlaq e, gerçi ew ji vê fitretê hatibê perdekirin jî û xwe girêdayî bi mute’eyyin û te’eyyunê ve guman dikê.

Belkî jî ji ber binê hedîsê ku nisbeta xêyr û şerrê didê bal xwe ve, mexsed ji ilah, hema meqamê ulûhiyyetê bê û evahe işare bê bal tewhîda ef'alî ve ku li ser zimanê hukemayên giranqedr jêra wiha hatiye gotin: «La muessire fi-l wucûdi illellah». Emê di pey ra jê xeber bidîn.

Lêkol, rehmetî yê Meclisî di biniya vê hedîsê da derheq xeyrê da wiha dibêjê: «Xêyr û şer ji guhdarî û neguhdarîyê ra bikar tên, gora cihê xwe ji tiştên bi feyde ra bikar tên wek: Dan û fêkî û heywanatên goştê wan tê xwarin, her wiha ji tiştên zerer têda heyî ra jî bikar tên wek: Jehrî ya mar û dupişkan, welhasil ji ni’met û belan ra bikar tên”. Eşa’ire dibêjin: “Ev hemî fi’lên Xuda ne”. Mu'tezile û imamîyan di ef'alê ‘ibadan da gel wan muxalifet kirine û riwayetên heyîn bi vî awayî tewîl kirine ku: Heq Te’ala xêncî di ef'alê ‘ibadan da bi hemî me'nên dî xaliqê xêyr û şerrê ye». Di pey ra wiha dibêjê: “Pirtirê hukemayan dibêjin: Di wucûdê da eserdaner ji Xudê pêve nînin. Û irada bendan mu'idd û zemîneçêker e ji wî qasî ra ku Xudê Te’ala bi destê wî karan bidê kirin, evahe jî muwafiqê gotina hukema û eşa’ire ya ye, çêdibê ev gotin bê paldan ser teqiyê ve”. Gotina wî xilas.

Vejenîna xêyr û şerrê

Xêyr û şer di her cihî da ji kemal û neqsa di zat an sifetan û, di wucûd û kemalatên wucûdê da bikar tê. Xêyrat hemî bizzat li heqîqeta wucûdê dizivirin, eger ji tiştên dî ra bikar tên, ji ber melheza şiklê wucûda wa ye. Çewa ku şerr jî bizzat ‘edemê wucûd an ‘edemê kemala wucûdê ye û bikarbirina wê ji tiştên dî ra wek eziyetker û heywanên zererê digehînin bi-l’erez e. Evahe gora melheza layên wê gereke ji zerûratan hesab bibê û digel wê jî delîla qewî li ser heye.

Evahe ku gotî di behsa xuliqandina ef'alê ‘ibadan da Imamiyye û Mu'teziliyan gel Eş’eriyan muxalefet kirine û ayet û hedîsên vê derheqê da tewîl kirine, derheq muxalefeta Eş’eriya da ku mesleka nedurusta cebrî hene û gel ‘eql û delîl û ya heyî rêk nakevê, ev durust e, lê ayet û exbar gel fikra Mu'teziliyan rêk nakevin, ku mesleka wan tefwîzê ye û mesleka wan hêj ji ya Eş’eriyan nedurusttir û xirabtir e.

Lê vêca Imamiyye pê ronahiya Ehlê Beytê û berketa binemala wehyê selam li wan bin mesleka heq girtine ber xwe ku rêkketî ye gel ayetên şerîfe û burhanên cîgirtî û mesleka ‘arifan û ehlê dil. Ne wek gotina evî muheddisê rehmetî ye û ewa qet ihtiyacî nîne bi tewîla ayeta û hedîsan ku pir in, belkî Imamiyye û imamên wan qet di çi yêk ji ef'alê ‘ibadan da irada Xudê nadênin rexekî û qet karê tiştekî jî bi hêviya bendan ve nahêlin.

Vê derheqê da ku gotiye: “Zêdetirê hukemaan gotine ku: Di hebûnê da ji Xudê pêve çi eserdêner nînin û evahe rêkketî ye gel rêçka Eş’eriya, derheq qismê yêkê da ku hekîman gotî: Di hebûnê da ji Xudê pêve çi eserdêner nînin”, durust e û belkî çêdibê bê gotin ku ev gotina hemî hukema û ehlê me’rîfetê ye -belkî gotine ku çi hekîmê vê gotinê nebêjê, nûra hikmetê neketiye dilê wî û navdeyê wî negihaye me’rîfetê- lê me'na wê ne ev e ku irada ‘ebd mu'idd û hazirker e jibona îcada Heq Te’ala, çewa ku li bal ehlê wê eşkere ye. Û neweye ku rêkketî bê gel gotina Eşa’ireya. Ya xerîbtir ew e ku rêçka Eş’eriya bi aliyê rêçka hukeman ve paldaye! Halhale ji hev dûr in û kêmtir kes ji hekîmên vejen hene ku rêçka wan nedurust nezanî bê û muxalefeta wan nekiribê.



1 2 3 next