Îbadet û Du’aya Şe’banîyye

Seyyid Seccad Huseynî yê CÛDÎ


Gelo li vê meha Şe’banê da we bi îbadetên Şe’banîyye - ku destûra xwendina wê ji destpêkê heta dawîya vê mehê hatîye dayîn- îbadeta Xwedê Te’ala kir yan na? [1] Gelo we ji naveroka bilind û binirx û erzişê îbadetên Şe’banîyye (munacata Şe’banîyye) behre bir an na? Li rêka bi hêz kirina îmana xwe û pitir nas kirina Xwedê Te’ala behre girt an ne?

Li bara vê du’ayê da hatîye gotin ku ev îbadeta hezretê ‘Elî (silava Xwedê lê be) û korên wî hezretî ye û hemû Îmamên me’sûm jî pê vê du’ayê gazî Xwedê Te’ala dikirin. [2]

Duayên mîna vê du’ayê ku li bara wê da hatibe gotin hemû Îmaman ew du’aya dixwendine gelekê kêm in.

Ya rast ev e ku ev îbadet û du’a, destpêka xwe amade kirina ji bo meha pîroza Remezanê û pêşwazîya ji pêkanîna wezîfe û erkên li vê meha pîroz da ye. Dibe ku ji ber vê be ku hegera rojî û hasil û encamê wê yên hêja bêxe bîra mi­rovê agah û zana da.

Îmamên me’sûm (silava Xwedê li ser wan be) gelek me­sele pê zimanê du’ayê gotine. Zimanê dua’yê ji zimanên dî ku ew pê ehkaman digotan gelekê ferq dike. Îmamên me’sûm piranîya meselên wekî: meselên rûhanî, meselên dîni û me­selên ku bi nasandina Xwedê Te’ala ve girêdayî bûn pê zi­manê du’ayê didan zanîn. Lê belê sed heyf û mixabin ku em du’ayan heta dawîyê dixwînin û bala xwe nadin ser van wateyên binirx û erziş û tê nagihêjin ku ew dixwazin çi bêjin.

Li vê du’a û ibadetê da wiha tê gotin:

اِلهي هَبِ لي كَمالَ الاِنقِطاع اِليك؛ أنِر أبصارَ قلوبِنا بِضياءِ نظرِها إليك، حتي تَخرِقَ أبصارُ القلوبِ حُجُبَ النّورِ، فَتَصِلَ إلی مَعدنِ العَظَمه و تصیرَ أرواحُنا معلقةً بِعزِّ قُدسِكَ. [3]

Dibe ku mexsed ji vê riste û hevokê ku dibêje: “Îlahî heb lî kemale-l înqîta’î îleyk” ev be ku, lazim e mirovên agah û rêwîyên rêka rastî û heqîqetê berîya hatina meha pîroza Re­mezanê, xwe ji bo rojîyê amade bikin, ku di heqîqet da ew rojî, hema cida bûn û xwe dûr girtina ji lezzet û çêjên dinyayê ye (û ev xwe dûr girtin, hema birrîn û qût bûna ji hemî tiştî û çûna berew Xwedê ve ye).

Xwe dûrgirtina ji vê dunê bi hêsanî pêk nayê û ev yêkê hewcedarê zehmetekê zehf û tamil kirina dijwarîyên giran û berxwedanekî qayîm e, ta ku mirov bikare xêncî Xwedê Te’ala ji her tiştî bibirre û xwe jê dûr bigire. Hemû taybet­mendîyên bilindê mirovahîyê li nav ‘xwe dûrgirtina’ ji vê dunê da veşartî ne û eger ku kesek van taybetmendîyan dest ve bîne, bi rastî ku bextewer e; lê belê eger ku mirov piçekî bala xwe bide dinyayê, êdî nikare ji hemî tiştan cida bibe û berew Xwedê ve here.

Eger ku kesek bixwaze bi awayekî rastîn û wisa ku jê hatîye xwestin rojî bigire, lazim e ku xwe temamen ji vê dunê dûr bigire ta bikaribe edeb û resmên mêvanîya Xwedê Te’ala cî bîne û xwe nêzîkî mêvandarê xwe bike. Li gor gotina Resûlê Xwedê (silava Xwedê li ser wî û binemala wî be), li meha pîroza Remezanê da hemû bende ji bo mêvanîya Xwedê Te’ala hatine vexwendin û mêvanê Perwerdegarê xwe ne. Resûlê Xwedê li dewama wê da wiha kerem dike: “Ey­yuhe-n nas! Înnehû qed eqbele îleykum şehr-ullah … we qed du’îtum fîh-î îla zîyafetî-llah”. [4]



1 2 3 4 5 next