ROJÎ



«Ey kesên ku îman anîyîn, rojî li ser we hatiye nivîsîn, çewa ku li ser yên pêş we da hatî nivîsîn, hêvî heye ku parêzkarîyê bikin».

Pêxember (s.e.a): Rojî bigirin; çiko ew, rreyên (şehwetê) dibirê û dikewênê û hêçîyê jinav dibê.

Pêxember (s.e.a): Ji her tiştî ra zekat heye û zekata bedenan jî, rojî ye.

Pêxember (s.e.a): Rojî bigirin, da ku hûn salim bimînin.

Pêxember (s.e.a): Rojîgir li ‘ibadetê Xudê da ye, egerçi li ser nivîna xwe razabê, heta wê wextê ku xeybeta Musilmanekî nekir bê.

Pêxember (s.e.a): Her rojîgirê biçê bal komekî ku xwarinê dixwin, endamên bedena wî tesbîh dikin û melaiket bo wî du’a dikin, û du’ayê melaiketan dibê ‘efû kirin.

Pêxember (s.e.a): Rojî mertala (parastina) ji agirê ye.

Fatime Zehra (s): Xudê rojî wacib kiriye, da ixlasê bidê sabit kirin.

Imam Baqir (s): Rojî û hec rehetkerên dila ne.

Imam Sadiq (‘e.s): Xudê Te’ala kerem dikê: Rojî ji Min ra ye û Ez bi Xwe xêra wê didim.



1 2 3 next