Heqîqeta Tewhîdê

Seyyid Seccad Huseynî yê CÛDÎ


'Asimê kurê Humeyd dibêjê: «Derheq tewhîdê da ji hezretê Seccad selam lê bin hat pirsîn, ewî kerem kir: Xudayê 'ezîz û celîl zanî ku di axirzeman da wê hinek kormelheze peyda bibin, vêca «Qul huwellah-u ehed» û ayetên sûretê Hedîd, heta: «’alim-un bi zat-is sudûr» hinartin. Vêca kesê xêncî ji wê bixwazê, muheqqeq li helakê çûye».[1]

Şîrove:

Cenabê Sedr-ul Mute’ellihîn dibêjê: Zemanê 'Asimê kurê Humeyd ne girêdayî bûye di demê saxiya Imam Seccad ve, nixwe hedîs merfû’ e.

Di destpêka hedîsê da «qale - got» ducar bûye, ev belkî ji ber birrîna hedîsê bê, an ji xeletiya nivîseran, an fa’il hebûye ku ji qelemê ketiye, an fa’il mehzûf e, gora ku hezf caiz bê; an jî fa’ilê yêkê demîr e ku li Ibn Suweyd dizivirê, lê ev gotina paşî gelek dûr e.

Tewhîd wek tef'îl, an ji zêdahiya di fi’lê da ye, bi me'na yêkê yêk, yanî xayetê wehdetê û nihayeta besatetê. An bi me'na inti­saba mef'ûl e ji eslê fi’lê ra, wek: Tekfîr û tefsîq-ê. Hinek ji zanayan digotan ku ji babê tef'îl-ê bi me'na intisaba mef'ûl nehatiye û tekfîr û tefsîq jî bi vê me'nê xelet in, belkî bi me'na gazîkirina ji kufr û fisqê ra ne û gereke şûna tekfîrê da «ikfar» bikar bê birin, çewa ku di Qamûsê da jî di madda «kufr» da tekfîr bi me'na intisaba bal kufrê ve nehatiye.

Nivîserê vê kitêbê dibêjê: Gerçi min di Qamûsê da nedît ku tek­fîr bi me'na intisaba bal kufrê ve bê, zanayê luxetzanan Cewherî jî, tekfîr bi vê me'nê neaniye û ikfar bi vê me'nê zaniye -wek gotina zanayê ku me jê xeberdayî- lê di kitêbên edebiyatê da yêk ji me'nên babê tef'îlê, intisaba mef'ûl bal eslê fi’lê ve êjmartine û ji misalên wê jî «tefsîq» anîne. Welhasil me'na tewhîdê nisbet dana bal wehdanîyet û yêkbûnê ve ye.

‘Emq û 'umq, bi me'na binê çal û kûrtika ye. Ji ber vê yêkê ehlê hesabê, vê kelîmê ji bu'da sisê ya cism ra bikar dibin ku ji aliyê serî destpê dikê heta binî; çewa ku ji dirêjyê ra dibêjin bu'da yêkê û ji firehîyê ra dibêjin bu'da duwê. Hema ji ber vê ye ku ji mirovê xweyê melhezên kûr û hûr ra dibêjin: Mute’emmiq û ji fikra deqîq ra dibêjin: Hizra ‘emîq û ji fikra sere-sere ra dibêjin: fikra ne ‘emîq û ne kûr. Heçweku ji gotinên ‘ilmî ra jî 'umq û bin û kûratiyek hebê ku mirovê mute’emmiq xwe têda berdidê û durustiyan ji binê wê dertênê, lê yê sere-sere dinêrê, xwe têda bernadê.

Ram, bi me'na teleb û xwestin û peyketin e, meram jî bi me'na ya tê xwestin e, ku mirov wê dixwazê û li pey e.

Wera’, bi me'na piştve ye, carna jî ji pêşve ra bikar hatiye, nixwe ji ezdada ye; yanî di me'nên bervajiyê hev da bikar tê. Bikar hatina wê di van me'na da bi munasebeta me'na yêkê ye.

Vebir: Kurteyek ji tefsîra sûretê pîrozê tewhîdê



1 2 3 4 5 6 next