Nifaq û Durûyî



Imam Sadiq selam lê bin kerem kir: «Kesê pê du rû û du zimana raberê musulmana bibê, wê di roja qiyametê bi du zimanên agirî ve bê».

Şîrove:

D‌urûyî ya nav musulmanan da ew e ku, eşkereyê xwe bi awayekî nîşa wan bidê ku dilê wî bervajiyê wê bê. Mesela, di zahirê xwe da nîşan bidê ku ez hej te dikim û ji te ra xalis im; lê di dil da newereng bê, li bal wan mi’emileta d‌ostînî û meheb-betê bikê û pişt wan ve newereng bê. Me'na duzimanîyê ew e ku, raberê kî bibê medh û pesnê wî bidê an ji d‌ostînî û hezkirinê baxivê û paş wî ve inkara wî bikê û nebaşiya wî bêjê.

Gorekî vê şîrovê ya yêkê nifaqa ‘emelî, ya duwê nifaqa qewlî ye. Belkî çiko ev du sifet ji eşkeretirîn taybetiyên minafiqa ne, bi taybet behsa wan kiriye. Nifaq yêk ji rezîlên nefsanî û melekatên xebîse ye ku ev eserên wê ne. Ewê derece hene ku di çend vebiran da emê behsa mefasidên wê û rêka ‘elaca wê bikîn.

Vebir: Derheq meratibên nifaqê da ye

Bizane ji nifaq û durûyîyê ra wek melekatên xebîse û şerîfeyên dî, ji nezer dijwarî û lawaziyê ve derece û mertebe hene. Heryêk ji sifetên rizîl, ku mirov derman nekê, berew zêdahî diçin. Û meratibên dijwariya rezailan wek başiyan bêsînor in. Eger mirov nefsa emmare serberedayî bikê, ji ber meyla zatî ya wê ji xirabîyê ra û, musa'ideta şeytan û weswasê xennas, wê bi aliyê xirabîyê ve biçê û rojbiroj wê zêde bikê, heta ew rezîla ku peyrewî jê kirî bibê sûret û şiklê cewherî yê nefsê, û temamê memleketê zahir û batin bikevê bin hukmê wê da. Vêca eger ew rezîle, rezîla şeytaniyye bê, wek nifaq û durûyîyê ku ji taybetiyên wî mel'ûnî ne -çewa ku Qur’an ji devê wî dibêjê: Ji Adem û Hewa-yê ra sond xwar ku ez xêrxazê hewe me»[1] hal­hale ne we bû- wê memleket teslîmê şeytan bibê û axirîn sûretê nefsê û batin û zat û cewhera wê, wê bibê sûretê şeytan, sû­retê eşkereyê wî jî di wê dunyayê da çêdibê ku sûretê şeytan bê, herçend sûret û şikl li vêderê insanî bê.

Nixwe eger mirov pêşiya vî sifetî negirê di demek kurt da wê hemî xem û hemma wî bi wî alî ve biçê û gel herkesî wê bi durûyî û duzimanî raber bibê û daim wê bi qirêja nifaqê ve mi’emiletê gel xelkê bikê û xêncî ji nef'a şexsî û xwexazî û xweperêsîyê tiştek nayê hizra wî û wê sedaqet û semîmiyet û himmet û camêrîyê pêpez bikê û durengî wê bikevê hemî kar û herekat û sekenatên wî û xwe ji çi weqahet û qebahet û xirabiyan venadê. Mirovê wiha ji nav koma beşer der e û wê di nav koma şeytanan da bê heşrkirin. Evahe bi heseb şiddet û ze'fa cewherê nifaqê bixwe bû, lê nisbet bi mute’elliqê fesadê jî ferq heye. Çiko carna nifaqê di dînê Xuda da dikê û carna di melekatên qenc û exlaqên hêjayî da, carna jî di ‘emelan û menaskên ilahiyye da, carna jî di kar û barê 'urfî û ‘edetî da. Her wiha carna gel Resûlê Xudê selat û selam li wî û alê wî bin û Imamên pak nifaqê dikê, carna jî gel weliyên Xudê û ‘alim û bawerdaran û musulmanan û dîtir bendeyên Xudê ji dînên dî. Elbet ku ev pîsî û qebahet û weqahet pîstir in, herçend di eslê pîsîyê da şirîkê hev in û hemî ji çiq û belgên yêk darê ne.

Vebir: Şiklê melekûtî yê nifaqê

Durûyî xêncî ji vê ku bixwe sifetek pîs û kirêt e; ku mirovê şerîf qet çi caran ev sifet têda çênabê, û xweyê vî sifetî ji nav koma mirovan der e û heta ne ser çi heywana ve ye jî, di vê ‘alemê da sebebê şermezarî û serşûrîyê ye di nav emsal û eqrana da û di wê ‘alemê da jî sebebê zillet û ‘ezabê dijwar e. Û gorekî di hedîsê da hatî, di wê ‘alemê da pê rûyekî ku du ziman ji agir di dev da ne, wê mehşûr bibê û li bal Xudê û enbiya û melekên muqerreb bikevê şermê. Û ji vê riwayetê, dijwariya ‘ezab jî tê fêhmê; çiko eger cewhera bedenê bû cewhera agir, hiss dijwartir dibê û êş zehftir. Em hewara xwe ji Xudê ra dibîn.

Di hedîsek dî da hatiye ku Resûlê Xudê selat û selam li wî û alê wî bin kerem kir: «Roja qiyametê mirovê durû, di halekî da tê ku zimanek yê wî ji piştve û yêk ji pêşve derketiye û herd‌u ziman û hemî bedena wî bûye agir. Û gazîker gazî dikê ku: Ev, ew e yê di dunyayê da durû û duziman bû. Û roja qiyametê bi vî awayî tê nas kirin». Û ew meşmûlê vê ayeta şerîfe ye ku kerem dikê: «Ya Xudê emrê bi peywenda digel wan kirî, ewa qut kir û birî; û xirabî di ‘erdê da çêkirin. Le'neta Xuda û pîs cih ji wan ra ye».[2] Nifaq serkaniya gelek mefasid û xirabiya ye, ku heryêk dikarê dunya û axireta mirov kavil û wêran bikê, wek: Ftine çêkirinê, ku Qur’an ewê ji qetlê mezintir zanê[3] û nemîmet û xeber gerandinê ku gorekî hedîsê, biheşt ser wan heram bûye û xeybet, ku gorekî hedîs, ji zinayê dijwartir e û eziyet û azara mu’mina û sebb û hetkbirin û eşkerekirina sirr û xefa wî û ... ku heryêk ji wan jibo jinavbirina mirov ra sebebek serbixwe ye.



1 2 3 next