'Esebiyyet û Nijadperestî



Sekûnî ji Imam Sadiq selam lê bin neql kiriye ku got: Resûlê Xudê selat û selam li wî û alê wî bin kerem kiriye: «Kesê qas liba xerdelê ‘esebiyet di dilê wî da hebê, roja qiyametê wê Xudê ewî gel ‘Erebên cahilî rakê».[1]

Şerh û şîrove:

Di Farsî ya kevin da ji xerdelê ra ispendan gotine û niha jêra dibêjin xerdel. Ew dermanek meşhûr e ku gelek xasiyet jêra hene. Meşme'ê jê çêdikin.[2]

‘Esebî keseke ku li ser zulm û neheqîyê arîkariya mirovên xwe bikê. Û 'usbe, mirovên ji aliyê bab ve ne, çiko ew li dora wî ne û ew pê wan xurt dibê. ‘Esebiyet û te’essub, piştîvanî û arîkirin û berevanîkirin e. Eva hatî gotin xeberdanên ehlê luxet bûn.

Ezê jar dibêjim: ‘Esebiyet yêk ji exlaqên batinî yê nefsaniyye ye ku esera wê piştvanî û berevaniya ji famîl û eqrba ye û ewên peywend û pêvegirêdanek ya wan heyî, çi peywenda dînî û mezhebî û meslekî, çi jî peywend û girêdana welatî û av û axî û çi xêncî wê, wek girêdana hevkarîyê û seydatî û feqatîyê û ..., ev ji exlaqên fasid û ji melekatên rizîl e, ku gelek exlaq û karên xirab jê çêdibin. Ew bixwe jî tiştek nebaş e, eger çi ji heqyîê ra bê an di karê dînî da bê û mexsed ne eşkerekirina heqîyê bê, belkî mexsed serketina ser xelkê bê. Lê eşkerekirina heqîyê û berfirehkirina heqîqetê û sabitkirina gotinên durust û piştîvaniya ji wê, ne 'esebîyet e an jî ne ‘esebiyeta kirêt û xirab e. Mîzan û pîvek jihev qetandina xerez û mexsedan da qedema nefsê û şeytan û heq û Rehman e. Bi gotinek dî: Mirov di ‘esebiyetên xwe û di berevaniyên xwe da, ku ji mirovên wî ra jê çêdibin, an mexseda wî hema tenê serxistina heqîyê û mirandina batil e, ev ‘esebiyeta memdûh e û berevaniya ji heq û heqîqetê ye û ji baştirîn sifetên kemala insanî û ji exlaqê pêxembera û weliya ye, nîşana wê jî ew e ku heq li kîjan alî bê, berevaniyê ji wî alî bikê, gerçi peywend û girêdanek bi wî ve tinebê û heta dujminê wî bê. Kesê wiha bê, ew berevanê heqîqetê ye û di nav koma lagirên qenciyê û piştîvanê medîneya fazile da tê hesabê û endamê salihê komelê û avaker û durustkerê xirabiyên cema’etê ye. Û eger nefsaniyet û qewmiyetê ew rakir û bizivand ku, eger nedurustiyek ji mirovên xwe dît, gel wan hevrê bibê û piştîvanîyê ji wan bikê, ewê wiha, xweyê wê meleka xebîse ya ‘esebiyeta cahiliyetê ye û ji endamên fasidê komelê ye û di nav koma ‘Erebên cahilî da tê hesabê -ew komek bûn ji ‘Erebên çolî yên pêş Islamê da, di zemanê tarîtî û cehl û nezanîyê da û ev exlaqê pîs di wan da bihêz bû, belkî jî ev exlaq di nav qebîlên ‘Ereban da pitir hebû ـxêncî ji wayên nûra hidayetê peyda kirîn ـ ji qebîle yên dî-. Çewa ku di hedîsa şerîf da ji Imam ‘Elî selam lê bin hatiye gêran ku: «Xudê Te’ala wê şeş koman ji ber şeş tiştan ‘ezab bidê: ‘Ereban bi ‘esebiyetê, û d‌ihqanan bi kibirê, û emîran bi zulmê, û feqîhan bi hesedê, û taciran bi xiyanetê, û ehlê ristaqê bi nezanîyê».

Vebir: Mefsede yên ‘esebiyetê

Ji hedîsên Ehlê Beyta pak û paqij, tê fêhmê ku exlaqê ‘esebiyetê ji muhlikat û mûbiqata ye û dibê sebebê ‘aqibeta xirab û derketina ji îmanê; û ew, ji exlaqên pîsên şeytan e. Di Kafîyê da ji Imam Sadiq selam lê bin hatiye ku: «Kesê te’essubê bikê an te’essub jêra bê kirin, bêşik tûqa îmanê ji stûwê wî vebûye». Yanî wê ji îmanê derkevê û jê cuda bibê. We diyar e ku şirîkatiya wî yê ku te’essub jêra tê kirin, gel wî yê te’essubê dikê di cezadanê da ji ber wê ye ku pê razî ye. Çewa ku di hedîsê da hatiye: «Ewê bi karê komekî razî bê, ji wan hesab dibê»[3]. Lê eger pê ne razî bê û ji exlaqê wan muteneffir bê, nakevê ber hedîsê.

Ji Imam Sadiq selam lê bin riwayet bûye ku got: «Kesê te’essubê bikê, wê Xudê agir bi serê wî da bikê».

Hezretê Imam ‘Elî yê kurê Huseyn (selamên Xudê li wan bin) got: «Xêncî ji hemiyyet û piştîvanî ya Hemze yê kurê Ebû Talib hemiyyetek naçê biheştê, û ew hingê bû ku Islam qebûl kir û jibona berevanî ji Pêxember, xezebgirtî bû». Behsa Musulman bûna Hemze bi çend awayan hatiye gêran, ku niha ji mexseda me der e.[4]

Welhasil, kifş e ku îman; nûra ilahî û xel’eta xeybiyye ya Heq Te’ala ye ji bendeyên xalis û muxlis ra, dijatî heye gel evî exlaqê ku heq û heqîqetê pêpez û binpî dikê û rastî û durustîyê têxê bin simên cehl û nezanîyê da. Eger xwexazî û famîlperêsî û ‘esebiyeta bêcî ya cahilê ayneya dil tarî û perde bikê, ronahiya îmanê di wê da şewq û ronahî nadê û ew dil wê nebê xelwetgeha taybet ya Xudê. Dilê wî kesî dikevê ber ronahiya îman û zanînê û werîsê qahîmê îmanê dikevê destê wî kesî ku li pey heqîqet û zanîna ye û xwe bi çarçovên dînî û qanûnên ‘eqlî girtiye. Û pê ‘eql û şer'ê bikevê bizavê û çi 'adet û exlaqek ewî ji rêka durust xwehr nekê. Hingê mirov dikarê de'wa Islam û îmanê bikê ku teslîmê heqîqetan bê û li ber wan şkestî bê û mexseda wî her çiqas mezin bê jî, fena bikê di mexsedên xweyê ni’metê da û xwe û iradeya xwe fedayê iradeya mewlayê heqîqî bikê. Bêguman ewê wiha bê, wê ji ‘esebiyeta cahilî xilas bibê û berê dilê wî bikevê heqîqetan û perdên stûrên nezanî û berevaniya neheq nakevin ber çavê wî. Û di meqamê pêkanîn û gotina heqîyê da, wê hemî girêdanên xwe binpî bikê û wê hemî mirovaniyan û ‘edetan li ber weliyê ni’met, bikê qurban. Û eger ‘esebiyeta Islamî bikevê ber ‘esebiyeta cahilî, wê ‘esebiyeta Islamî û heqxazîyê pêş bêxê.



1 2 3 next