Hesed û çavnebarî



Dawûd ji Imam Sadiq selam lê bin digêrê ku got: Resûlê Xudê (selat û selam li ser wî û alê wî bin) kerem kir: «Xudayê ‘ezîz û celîl got Mûsayê kurê ‘Imran: Ey kurê ‘Imran, hesedê bi xelkê nebe ji ber wê ya Min bi kerema Xwe dayî xelkê, û çavê xwe bi wî alîyî ve nede û dilê xwe nebiyê. Çiko birastî ji ber qencî ya Min, kerbê hesed‌ber tê û nerihet e ji wê qismet kirina ku Em di nav bendeyên Xwe da teqsîm dikîn. Û kesê wereng bê, Ez ne ji wî me, û ew ne ji Min e».[1]

Şîrove:

Hesed, haletek nefsanî ye ku hesed‌ber dixwazê kemal û xweşî ya ku ewî ji hineka ra guman kirî, ji dest wan derkevê, çi ew ni’met ji wî bixwe ra hebê û, çi ne, û çi bixwazê bigehê wî bixwe û, çi ne, ev jî tişteke xêncî ji xibteyê. Çiko xibte, ew e ku kesek xweşî ya ku di kesekî da guman kirî, ji xwe ra bixwazê bêy wî qasî ku bixwazê ew ni’met û xweşî ji dest wî kesî derkevê û zail bibê. Û evahe ku me got «kemal û xweşî ya hatî gumankirin‌» ev bend ji ber wê ye, çiko nelazim e ew tişta hesûd, jinavçûna wê dixwazê, hema birastî kemal û ni’met bê, çêdibê ku tiştek ji kêmasî û rizîlan bê; lê hesûd guman bikê kemal e û jinavçûna wê bixwazê. An tiştek ji kêmasiyên insanî û kemalatên heywanî bê, û hesûd çiko di heddê heywaniyetê da ye, ewê kemal guman bikê û zewala wê bixwazê. Mesela: Hinek ji xelkê hene ku xûnrijîyê huner hesab dikin! Û eger kesek wereng bê, hesedê pê dibin. An herzegoyî û tevzokîyê kemal hesab dikin û hesedê pê dibin. Nixwe di vê behsê da mîzan û pîvek tewehhuma kemalê û gumana ni’met û xweşîyê ye; ne ew bixwe. Mexsed ew e ku, eger di kesekî da ni’metek dît, çi hema birastî ni’met bê û, çi ne, vêca bixwazê ew ji destê wî derkevê, ew kesê wiha bê, jêra tê gotin: Hesûd‌.

Bizane hesedê eqsam û derece hene; bi heseb halê yê hesed pê tê birin û bi heseb hesûd û bi heseb hesedê bixwe.

Bi heseb halê yê hesed pê tê birin, ew tişt in yên wek: Kemalatên ‘eqlî û sifetên hêjayî û kiryar û karên qenc, an tiştên ji derveyî, wek mal û minal û mezinahî û qedr û qîmet û ... An bi tiştên bervajiyê wan ku gumana kemalê têda hebê hesed tê birin.

Bi heseb halê hesûd jî, wek çewa hesed ji ber dujminî û tekebbur û tirs û ... çêdibê, ku emê paşê jê xeber bidin.

Gorekî hesedê bixwe jî, ku mirov dikarê bêjê derecat û teqsîma heqîqî ya hesedê bi heseb vê ye, ne herd‌ukên pêşda, ji vê ra jî ji aliyê dijwarî û lawazîyê ve, gorekî esbab û eseran gelek qism hene. Bi hezkirina Xudê emê di çend vebiran da behsê ji xirabî û rêka dermankirina wê bikîn. Û em arîkarîyê ji Wî dixwazîn.

Vebir: Derheq hinek ji sebebên hesedê da ye

Hesedê gelek sebeb hene ku giraniya wan dizivirê bal zelîl dîtina nefsê ve; çewa ku di tekebburê da bi heseb new', bervajiyê wê ye. Çewa ku dema kesek kemalekî di xwe da dibînê û ewê di yên dî da nabînê, haletê xwe mezinkirin û bilind dîtin û hêçîyê di wî da peyda dibê û tekebburê dikê; dema yên dî kamil dibînê, haletê binratî û şkestinê jêra çêdibê, ku eger sebebên ji derveyî û meslehetên nefsanî nebê, hesed jê çêdibê. Û carna çêdibê ku şkesta xwe di hevjîniya yên dî digel xwe da dibînê, çewa ku xweyê kemal û ni’metê bi yêk wek xwe hesedê dibê. Mirov dikarê bêjê, hesed hema ew halê şkestê ye ku, esera wê meyla zewala xweşî û kemalê ye ji yên dî ra. Hineka wek çewa ‘Ellamê Meclisî (rehma Xudê lê bê) gêrayî, sebebên hesedê di heft tiştan da zanîne:

1- Dujminî;



1 2 3 4 next