Tebzîr û Rijandin



Bi Navê Xwedayê bê   Şerîk û bê Heval

Mijara vê carê di bareyê Tebzîr û Rijandin e. Bona ronahî kirina vê meselê emê ji kelamê wehyê behrê wergirîn.

Ya baş ew e ku ewil emê ji kelama Xwedê, ayetên 25 heya 27-a sûreta Isra, bînin:

(رَبُّكُمْ أَعْلَمُ بِما فِى نُفُوسِكُمْ إنْ تَكُونُوا صَالِحينَ فَإِنَّهُ كَانَ لِلاْوّابينَ غَفُوراً * وَ اتِ ذَالْقُرْبى حَقَّهُ وَالْمِسْكِينَ وَ ابْنَ السَّبِيل وَ لا تُبَذِّرْ تَبْذِيراً * إِنَّ الْمُبَذِّرِينَ كَانُوا إِخْوانَ الشَّيَاطِينِ وَ كَانَ الشَّيْطانُ لِرَبِّهِ كَفُوراً).

“Rebbê we, tişta ku di dilê we da heye, baştir dizane. Eger hûn qenc bin, vêca  bi rastî Xudê tewbegera dibexşe, mafê eqraba, jar û rêwingiya bide wan û qet tebzîrê neke û mal nerêje. Bi rastî (tebzîgerên) malrêj  birayên şeytan in û şeytan kufrana rebbê xwe dike.”

“Tebzîr” ku ha jê nemana nîmeta ye û rijandina mal û behrewer ne girtina ne duristê ji nîmetên Xwedê ye. Di mentiq û nezera Qur’an û hedîsê da gelek tiştek xirab e.

heya bi wê derecê ku Qur’anê kerem kiriye: “Mirovên tebzîrger û malrêj birayê şeytan in.”

“Tebzîr” ku bi wateya rijandin û mesrefkirina ne di cîhê wê da ye. Ne tenê bo mal û serwetê bi kar têt birin. Belkê di bareyê hemû nîmete da çê dibe, hebe. Bona wekok: Eger kesek ha ji malê xwe nemîne û nizanîbe ka çawa hat û çawa çû  û li kêderê mesref bû, hingê ew malrêj û ehlê tebzîrê ye. Eger kesek behreyek durist ji emrê xwe wernegire û ji eqlê xwe istifade neke an ne durist jê istifade bike, ew jî dîsa tebzîrger  e û birayê şeytan tê jimartin.

Pêxember (s.) kerem dike: “اَلتَّبْذِيرُ عُنْوانُ الْفاقَةِ – Tebzîr û rijandin serdêr û destpêka feqîretîyê ye.”

Imam Elî (a.) dibêje: “كُنْ سَمْحاً وَ لا تَكُنْ مُبذِّراً، وَ كُنْ مُقدِّراً وَ لا تَكُنْ مُقْتِراً – Rihmetdanê bike, lê nerêje û tebzîrê neke. Hesabger be, lê ne destgirtî be.”



1 2 next