Lecacet û rikeberanî



Mijara vê carê di bareyê lecacet û rikeberanîyê ye.

Ewil em binêrin Qur'an di vê barî da çi dibêje? Ayetên 73 heya 75 ji sûreta Muminan weha kerem dikin:

"Bi rastî tu ewa gazî dikî bo rêka rast û durist * Û ew kesên bawerîyê bi axîretê naynin, ew ji rêka durist xar bûne * Û eger me bi rehma xwe ew ji giriftarîyê xilas bikiran, bê şik wê dewam bidan zêde gaviya xwe û têda xerq bibûyan."

Belê, di bareyê xirabî û ne başîya lecacet û venebûna ji ne heqîyê, ayet, zaf in; lê ev çend bo wa kesên ha ji xwe dimînin bes e ku dimînin ewên li ser ne heqîyê dikevin rikê û desta jî nakêşin çawa ji rehma Xwedê dûr dikevin.

Di bareyê behsa xwe ya baş em ji kulîlkên gulistana Muhemmedî (s.) jî behrê wergirîn. Çiku feydeterîn gotin, gotinên wehyê ku li ser zimanê Pêxember (s.) û heval û hogirên wî carî bûne.

Ibnê Mace, hedîsek ji Pêxemer (s.) di bareyê lecacetê gêraye ku kerem kirîye:  

"اَلْخَيْرُ غَادَةٌ وَ الشَّرُّ لَجَاجَهٌ – Xêr û başî hilm û nermî ye; û nexweşî û pîsî jî ji lecacet û rikeberanî ye."

Lecacet di istilaha me da, yanî xwe şidandina li ser tişta ne heqî, ku paş diyar bînê jî her dewamê bidit kiryar û gotina xwe ya pûç.

Di hedîsek dîtir da hatîye ku:

" اَلْلّجَاجَةُ تَسُلُ الرَّأْىَ – Lecacet û rikeberanî bîr û hizr û gotinê pûç dike.



1 2 next