Rûgeşî



Bi hêvîya behre wergirtina ji kelamê wehyê emê behsa rû geşîyê bikin. Ku  rûgeşî yekî ji exlaqên islamî ye.

Belê, wek çawa em dizanin çend cûre beşer hene:

Hinek madegirtî û reşbîn in, hinek jî rûgeş û rûvekirî nin. Kelamê wehyê şiklê duyemê bona mirovê misilman bijartîye û emrê wî kirîye ku rûgeş û rûxweş be. Em dibînin ku di sûreta E'besê da Xwedayê Te'ala, loma li mirovê rûgirtî û reşbînî dike. Helbet gereke em vê jî bêjin ku car heye rûgirtin reşbînî bo hineka xûy be, ku tiştek ne baş e û xûyek ne islamî ye. Lê carna jî heye madegirtin û rû qemitîn car care be, ji ber dîtina karek ne durist, eva ha tiştek baş e û gereke mirovê mumin wusa be.

Çiku, yek ji nîşanên mumina xîret e. Û mirovê xîretmend, ji dîtina kar û tiştên ne baş û pîs ne rahet dibe û madê xwe jî digire.

Mirovê mumin û xîretmend nikare ne heqîyê qebûl bike, herweha nikare zilmi li ser xwe û li ser hevalê xwe, heta li ser mirovê biyanî û xerîb jî qebûl bike. Vêca dema ne heqî û zilmek dît, madê wî tê girtin û rûyê wî diqemite û çavê xwe li mirovê biyanî zûr dike û nikare di bareyê vê da bê xem be. Ev exlaqê ha, xûyekî olî ye û ne dijî rûgeşîyê ye. Qur`an jî dijwarya li dijê kafir û ne heqa da – ku madegirtin jî yek ji çiqên evê dijwarîyê ye – nîşanê mumin û bawerdar hesab dike:

Çawa ku ayeta 29 ya sûreta Feth kerem kirîye:

(مُحَمَّدٌ رَسُولُ اللّه وَالَّذينَ مَعَهُ أشِدّاءُ عَلىَ الْكُفَّارِ رُحَمَاءُ بَيْنَهُمْ).

"Muhemmed pêxemberê Xudê ye û ewên digel wî dijwar in li ser kafira û di nava xwe bi xwe da dilovan û bi rehm in."

Hedîsên Pêxember (s.) jî di bareyê başîya rûgeşî da zaf in, ku li vêderê emê çendeka bo we bêjin:

Hz. Muhemmed (s.) kerem kirîye: «حُسْنُ الْبِشرِ يَذْهَبُ بِالسَّخِيمَةِ» Rûyê xweş û geş kînê ji dila derdixe." Dîsa kerem kirîye: " Bi rûyek geş digel birayê xweyê mumin rû bi rû be."



1 2 next