Qeyda Xarin û Vexarin



Behs, di bareyê behsa Qeyda xarin û vexarina da ye.

   Xudê Te’ala di çend cîhên Qur’anê da behsa xarin û vexarinê dikit û evê gotinê dibêjit: “Bixun û vexun. Lêbelê zêdegavî û îsrafê nekin.”

   Di cîhek dîtir da kerem dikit: “(Tebzîrê nekin û malê xwe bêcihet nerêjin, çiku) Bi rastî malrêj birayê şeytan in û şeytan jî kufrana Xudayê xwe dikit.”

   Gorekî wehyê him “îsraf” yanî zêdegavî di mesref kirinê da û zêde xarin û him jî “tebzîr” yanî rijandin û bilavkirin û bêteybîrî ya di mesref kirinê da, her du heram in û hatine nehy kirin.

   Xudê Te’ala di Qur’anê da kerem dikit û dibêjit: “Ji nîmetên Xudê behrê werdigrin, lêbelê şukirdar bin.”

   Beratên 71 heya 73 yên sûreta Yasîn, kerem dikit: “Ma gelo nabînin me bi destê xwe ev çar pê bo wan çê kirine. Vêca ew bûne xweyê wa û me ew ji wa re bindest kirine. Îjar li hineka siwar dibin û ji hineka jî dixun û ji menfeetên wan yên dîtir jî behrê werdigrin. Naxwe vêca çima şukir nakin?!”

   Çend hedîs û gotinên Pêxember (s.) di bareyê qeyda xarin û vexarinê da kerem dikit:

   “Dema tu birçî bî hingê bixwe û hêj tu têr ne bûyî jî desta ji xarinê bikêşe.”

   Herwiha dibêjit: “Silametî, tenduristî û gelek xarin digel hev rêk nakevin.”

   Imam Elî (a.) dibêjit: “Kesê qeyde bixut wê silametê bîbînit û durist fikr bikit.”



1 next