Esera Nimûnê di Terbîyetê da



   Behsa me di bareyê nimûnên pê çûnê da ye. Me divêt em bizanin Qur’an a Kerîn berê me da ye çi kesa ku em ewa bo xwe bikin sermeşqa jîyanê. Û kanê ber çav girtina nimûnên pêçûnê bo mirov çi eserek heye.

   Di bareyê esera nimûnê li ser terbîyet û reftara mirova, gerek e em bêjin: Nimûne û uswe yek ji esasîterîn esl û esasê reftar û erbîyetê ye.

   Eger kesekî, yek bo xwe kire uswe û nimûna pêçûnê, hingê hemû reftarên wî dibit pîvek û milaka pêçûnê, çawanîya xeberdanê, rabin û rûniştin, hereket kirin, nan xarin û heya bi vexarina wî jî eserê da tînin ser mirov.

   Ev tişta me gotî, zanayên ilmê terbîyet û hînkirinê bi başî li ser axiftine û sabit kirine. Ew dibêjin: “Nimûna pêçûnê” yanî kesek ku mirov bi reftar û kiryarên wî razî û kesek ku mirov kesayetî û şexsîyeta wî qebûl kirî, bo terbîyetbûnê tiştekî bi vê ne vê ye di jîyana komê û civakî da.

   Qur’an a Pîroz jî pê nasandina nimûna kamil û baş ya pêçûnê evê bîr û hizrê durist di9zanit û ayeta 21 ya sûreta Ehzab wiha kerem dikit: “Bi rastî bo hewe wa kesên xudêxaz û ber hêvîyê roja qiyametê û ewê gelek zikrê Xudê kirî, pêxember nimûna baş ya çav lê kirin û pêçûne ye.

   Belê behsa me di bareyê nimûnên baş yên pêçûn û çav lê kirinê da ye. Û me got, bijartina sermeşqa jîyanê û nimûna pêçûnê bo terbîyeta mirova gelek eser heye. Û herkes xebatê dikit ku xwe wek nimûne û sermeşqa xwe lê bikit. Eger nimûne û sermeşqa bo xwe bijartî, baş bit wê ew mirov baş bibit û eger xirab bit, bêşik û şubhe wê ew jî xirab bibit.

   Xudê Te’ala di Qur’an a Pîroz da ji xêncî wê ayeta me xwendî ku kerem kir: Pêxemberê Xudê Hz. Muhemmed (s.) bo hewe wa kesên xudêxaz, nimûne û sermeşqa baş ya pêçûn û çav lê kirinê ye. Di ayeta 4 ya sûreta Mumtehîne da pêxemberê pût şikên Hz. Ibrahîm (a.) û ewa kesên digel wî li ser rêka wî jî nimûna baş ya pêçûnê bo ummeta Islamî hesab dikit û wiha dibêjit: “Bi rastî Ibrahîm û kesên digel wî, bo hewe nimûna baş ya çav lê kirin û pêçûne, dema gotin qewmê xwe: Em ji hewe û ewa tiştên hûn ibadetê wa dikin ji xêncî Xudê berî ne. Em, hewe qebûl nakin û dijminî û ne rihetî di navbera me da eşkere bûye û heya hûn îmanê bi Xwedayê tenê neynin wê ev dijminatî berdewam bit.

   Ev ayeta şerîf bo ummetê dersek mezin û esasî ye. Him nimûna pêçûnê nîşa me dikit û him jî ronahî dikit ku çima pê wa herin û bo çi ew nimûna baş ya pêçûnê ne?

   Kerem dikit: “Ibrahîm (a.) û xweyê bawerên digel wî bo hewe sermeşq û nimûneyek baş ya pêçûnê ye. Çiku xweyê baweryek durist û dijê ne heqî û zilmine û evê bawerîya xwe diparêzin û bo hakim kirina evî bawerîya durist xebatê dikin.”

   Hinek hene ku berevanîyê ji heqê xweyê heq nakin, zilmê li ser xwe qebûl dikin. Zalim mala wan xirab dikin, deng nakin. Kurê wan dikujin deng ji wan dernakevit. Namûsa wan lekedar dikin, di halê xwe da nabiecibin û xebatekî nakin. Çandîya olî û Qur’anî eva kesên wiha, bo ummetê, nimûne û sermeşq hesab nakit.



1 2 next