Ji sedê ewil heya sedê çardeh ê koçî



Dîroka sedê yekê yê koçî:

1-     Hicret û koçkirina Pêxemberê Xweda ji Mekkê bi Medînê û avakirin û damizrandina Komela Islamî, destpêka bilavbûna Islamê li cîhanê.

2-     Şandina nameyên Pêxember (s.) bona serokên dewletên wek Yemen, Rûm û Îranê.

3-     Dorgirtina Qostantîneyê.

4-     Bilavbûn û gihana Islamê heya Ispanyayê.

5-     Dijatîya Mariqîn, Nakisîn û Qasitîn digel mîrê bawerdara Imam Elî (a.) û şerê wî bi wan ra.

6-     Şerê Imam Huseyn (a.) û 72 kes ji hogirên wî digel Yezîdê bê bextê kurê Muawîye û pêyrewê wan  û şehîdbûna Imam Huseyn (a.) di sala 61-ê koçî da.

7-     Destpêkirina nivîsîna ilmên curbecur, avakirina pirtûkxane, medrese, nexweşxane û bingehên sen’etî.

 

Dîroka sedê du yê koçî

1-     Di vê sedê da hereket û bizavên şoreşgerane li hemberê hukûmetên zalim, destpêkirin û hukûmeta Emewîyan hat hilwesitandin û Ebbasîyên cîhgirê wan û hukûmetkirin destê xwe de.

2-     Şoreşgera di gelek cîhan da ser hildan. Kurên Ebdullahê Huseyn yanî Muhemmed û Ibrahîm şehîd bûn. Idrîsê kurê Ebdullah li rojavayê û Yehya kurê Ebdullah li Deylemê di dijê Ebbasîyan da ketin rê. Bizavên û şoreşgêrane li Mekkê, Medînê, Besrê, Kufê û cîhên dîtir jî dest pê kirin.



1 2 3 4 5 6 7 next