KESATIYÊN ‘ILMÎ



● A - ‘A

● ‘Amilî, Şêx Huseyn bin 'Ebdussemedê ‘Amilî (918-984 h.), babê Şêx Behayî ye ku bi çend piştan digehê Haris bin 'Ebdullahê Hemedanî ku ji sehabî yên mezinê Mîrê bawerdaran 'Elî (selam lê bin) bûye. Ew ji şagirdên Şehîdê Sanî/duwê û Seyyid Hesenê Korekî û seydayek lêkol û ehlê edeb û şi’rê bûye ku gelek kesan di dersdana wî da hazir dibûn. Ji berhemên wî ne: Dirayet-ul Hedîs, Erbe'în û Şerh-ul Qewaid.

● B

● Behr-ul 'Ulûm, Seyyid Mehdî bin Murteza Tebatebayî yê Burûcirdî (1154-1212 h.) meşhûr bi «Behr-ul 'Ulûm» yêk ji feqîhên mezin û ‘arifên kamilê xwey keramat bû ku bal xass û 'am ve gelek bi qedr û qîmet bû. Ew ji wan kêmkesan bû ku li demê xeybeta dirêja Imam Mehdî (selam lê bin) çend caran digel wî hezretî mulaqat kiriye. Seyyid Behr-ul 'Ulûm hem di babetê ‘ilmî hem jî ictima'î û civakî da xwey qedr bû; ku gelek ji feqîhên mezin wek: Şêx Ce’fer Kaşif-ul Xita, Seyyid Muhemmed Cewadê ‘Amilî, Şêx Muhemmed Teqî yê Isfehanî, Mela Ehmedê Neraqî, Ebû 'Elî yê Hairî û Şêx Esedullahê Tesetturî, perwerde kirin. Meşhûrtirînê berhemên wî: Mesabîh, Eddurer en-Necefiyye, di babetê fiqh; û her wiha kitêba «rical» in.

● Bihbehanî, Muhemmed Baqir bin Muhemmedê Ekmelê Bihbehanî (1116 yan 1117- 1208 h.) meşhûr bi «Wehîd» û «Ustadê koll» û «Axa», feqîh, usûlî û ricaliyek binav û deng bû. Ewî bajarê Kerbelayê ji kar û barê xwe re merkez hilbijart û pê terbiyeta gelek şagirdan û rêk xistina meclisên behs û munazire, karî hakimiyeta exbariyan li ser fiqhê ji holê rakê. Ji mşhûrtirînê şagirdên wî ne: Seyyid Mehdî yê Behr-ul 'Ulûm, Şêx Ce'ferê Kaşif-ul Xita, Mîrzayê Qomî (xweyê kitêba Qewanîn), Mela Ehmedê Neraqî, Seyyid 'Elî yê Tebatebayî (xweyê kitêba Riyad), Seyyid Mehdîyê Şehristanî, Seyyid Muhemmed Baqirê Şiftî û Seyyid Cewadê ‘Amilî (xweyê kitêba Miftah-ul Keramet).

● Behaî, Şêx Behauddîn Muhemmed bin Huseyn bin 'Ebdussemedê ‘Amilî, meşhûr bi «Şêx Behaî» (953-1030 h.); li wextê xwe da di zanîn û funûnên muxtelif da seydayek mezin û bê emsal bûye. Hema li wextê xwe da bi naznavê Şêx-ul Islamê Isfehanê meşhûr bû. Sedr-ul Muteellihîn, mela Muhemmed Teqî yê Meclisî, Muheqqiqê Sebziwarî û Fadil Cewad ji şagirdên wî bûne. Ewî gelek berhem û kitêb di babetên cûrbicûr nivîsîne ku hinek ji wan ev in: Cami’ê 'Ebbasî û haşiye ser Qewa’idê Şehîd, di babetê fiqhê da; û Teşrîh-ul Eflak, di babetê heyetê da; Meşriq-uş Şemseyn, Hebl-ul Metîn, şerha du'a ya Sebah, şerha Erbe'în Hedîs, di babetê hedîs û du'ayê da, el-Fewaid-us Semediyye û Esrar-ul Belaxe, di babetê edebiyatê da.

● Buqrat, Di salên 377-460-ê pêşiya mîlada hezretê 'Îsa jiyaye. Ew di Cezîreya Kûs ya Yûnanê da hatiye dunyayê. Ji meşhûrtirîn feylesof û doktorên kevn e. Baweriya wî ew bû ku nexweşiyan du serkanî hene: Av û hewa.

● Behranî, Yûsuf bin Ehmed bin Ibrahîm (1107-1186 h.q) feqîhê mezin ji binemala Alê 'Usfûr, serokatiya bîstsaleya hewzeyê ‘ilmî yê Kerbelayê bi hêviya wî ve bûye. Yên wek: Mîrzayê Qommî, Seyyid Mehdî yê Behr-ul 'Ulûm, Molla Muhemmed Mehdî yê Neraqî ders ji wî hildane. ‘Heda’iq’ ku j kitêbên istdilalî yên fiqhê tê hesabê, yêk ji eserên wî yên girîng e.

● C

● Cewherî, Isma'îlê kurê Hemmad (332 - 393 an 398 h.q) pêşkarê luxet û edebiyatê ye û di ‘ilmê kelam û usûlê da jî pir zana bûye. Ew j feqiyên Ebû 'Elî yê Farsî û Ebû Se'îdê Seyrafî ye. Ji muhimtirîn eserên wî «es- Sihah» e ku di luxet û wajeyên 'Erebî da hatiye nivîsîn.



1 2 3 4 5 6 7 8 next