Hz. Ayetullah ê Uzma Hecî Şêx Huseyn Wehîd ê Xorasanî



Hz. Ayetullah ê Uzma Hecî Şêx Huseyn Wehîd ê Xorasanî

   Ellameyê giranqedr, parêzerê bilind mertebe ya Ehl ê Beyt (a.), feqîh, usûlî û edîb e. Ew di fam û diqqetê da di nezerên fiqh û usûlê da ji hevçaxê xwe pêştir e.

   Di sala 1300 a Koçî ya Tavî da li bajarê Meşhed ê ji dayîk bû.

   Paş derbaz kirina edebîyatê, sethê li bal rihmetî Ayetullah Hecî Şêx Muhemmed ê Nehavendî, xwend. Di dersên xarica rihmetî Ayetullah Mîrza Mehdî yê Isfehanî û Ayetullah ê Aştîyanî, hazir bû û ji dersên wan gelek behre bir. Zanînên  eqlîyê, felsefe û hikmetê li bal rihmetî Mîrza Ebulqasim ê Ilahî û Axa Mîrza Mehdî yê Isfehanî, xwend. Di 27 salî da ji bo tekmîla dersên xwe, çû Necef ê; û beşdarê dersên rihmetî Ayetullah ê Uzma Axa Mîrza Ebdulhadî yê Şîrazî û Ayetullah ê Uzma Hekîm û bi taybet Ayetullah ê Uzma Hecî Seyyid Ebulqasim ê Xoî, bû û yekî ji feqîyên bijarteyê ew rihmetî bû.

   Ew di sala 1378 a Koçî ya Heyvî da paş dersdayîna sethê, dersa xarica fiqh û usûlê dest pêkir û nêzîk 12 sal li Necef ê berdewam kir.

   Paş vegerîna xwe Îran ê, di sala 1390 da li bajarê Meşhed ê bi dersdayîn mijûl bû û piştî yek sal jî, çû Qum ê. Niha bi dersdayîna dersê xarica fiqh û usûlê mijûl e.

 

 



1 next