Hz. Ayetullah ê Uzma Hecî Şêx Nasir Mekarim ê Şîrazî




Deprecated: Function eregi_replace() is deprecated in /home/kurealshia/public_html/page.php on line 99

Deprecated: Function split() is deprecated in /home/kurealshia/public_html/page.php on line 103

Hz. Ayetullah ê Uzma Hecî Şêx Nasir Mekarim ê Şîrazî

   ji feqîhên navdarê Qumê ye, ku bi dersdayîna dora bilinda fiqh, mijûl in. Ew, xwedîyê berhemên zêde ye, ku navdartirînê wan jî, tefsîra Nemûne ye.

   Di sala 1345 a Koçî ya Heyvê da li bajarê Şîraz ê çav li dinyayê vekir.

   Ewî, tehsîle xwe ya sertayî û lîseyê li Şîraz ê qedand. Û di 14 salî da bi dersên olî di Medrese ya Axa Babaxan ê da li Şîraz ê dest pêkir. Û di 18 salî da çû Hewze ya Ilmîye ya Qum ê û ji civata dersên Hz. Ayetullah ê Uzma Burûcerdî û yên din jî, behre bir.

   Di sala 1369 a Heyvî da ket Hewze ya Ilmîye ya Necef a Eşref ê û di dersên Ayetullah ê Uzma Hekîm, Xoî û Seyyid Ebdulhadî yê Şîrazî da hazir bû. Û di meha Şe'ban a 1370 ya Koçî ya Heyvî da bi Îran zivirî; û bi dersdayîna sethên bilind û paş wî jî, bi dersa xaricê usûl û fiqhê mijûl bûn e.