Ayetullah ê Uzma Hecî Şêx Mîrza Cewad ê Tebrîzî



Hz.Ayetullah ê Uzma Hecî Şêx Mîrza Cewad ê Tebrîzî

   Ji feqîhên navdarê Qum e, ku bi dersdayîna dewre ya bilinda fiqhê mijûl in.

   Di sala 1305 a Koçî ya Tavî da li bajarê Tebrîz ê ji dayîk bû.Tehsîlata zanînên nû (zanînên seretayî) li Tebrîz ê fûr bû. Di 18 salî ya xwe da, di sala 1323 ya Tavî da ket Medrese ya Talibîye ya Tebrîz ê . Û di navbera çar sala da muqeddemat û hinek jî, ji dersên sethê xwend û qedand.

   Di sala 1327 a tavî da çû hewze ya ilmîye ya Qum ê. Û dewra sethê li wêderê qedand. Û di dersê xaricê Ayetullah Huccet û Ayetullah ê Uzma Burûcerdî beşdar bû. Parsengî, bi dersdayîna dewra sethê jî, mijhûl bû.

   Ew di sala 1332 ya Tavî da ji bo berdewama dersxwendina xwe çû Necef a Eşref ê. Û di dersên mamosteyên wek: Ayetullah ê Uzma Ebulqasim ê Xoî û Ayetullah Seyyid Ebdulhadî yê Şîrazî da amede bû.

   Ew, yekî ji şagirdên bijartî ya Ayetullah ê Xoî têt jimartin. Ku paş 23 sal li Necef ê, di sala 1355 de gava vegerîn ji zîyerata Imam Huseyn (a.) bi Necef ê, ji alîyê rejîma Iraq ê hate girtinê û Îran ê hate şandinê.

   Ew, paş vegerîna xwe, ket hewze ya ilmîye ya Qum ê. Û heya niha dersa xarica usûlê wî di hewze da didome û dersên wî yekî ji kêrtirînê dersên hewze ya ilmîye ya Qum e.   

 



1 next