Ayetullah ê Uzma Hecî Seyyid Elî yê Xameneî



Hz. Ayetullah ê Uzma Hecî Seyyid Elî yê Xameneî

   Ew feqîheke gelek kûr nihêr di ilmê rîcalê, dîrok û edebîyatê da û ji hevçaxê xwe jî pêştir e.  Parsengî  bi wezîfe ya girana rêberî ya gel, bi dersdayîna dewra bilin da fiqhê jî mijûl in. Û berhemên giranbeha di mijarên têvel da nivîsî ye.

   Di sala 1318 K. ya T. da di maleke ruhanî da li bajarê Meşhed ê ji dayîk bû. Bavê wî Ayetullah Axa Seyyid Cewad e, ku ji muctehid û zanayên birêzên Meşhed ê têt jimartin. Bapîrê Hz. Ayetullah ê Xameneî , Ayetullah Seyyid Huseyn ê Xameneî ji zanayên Azerbaycan bû û li Necef ê cîh girtibû.

   Çaxa zarokî ya xwe bi dijwarî ya borand. Û di pênc salî da digel Axa Seyyid Muhemmed , birayê mezinê xwe çû mektebê. Paş muddedekî bi medrese ya seretayî ya islamî bi navê "Daru t-Te'lîma Diyanetî " çû.

   Ewî paş qedandina medresê bi lîseyê dest pêkir. Û di navbera du sal da lîseyê qedand û dîplome ya xwe jî sitand.

   Ewî dersên seretayîyê hewze pirê kitêba Lum'e yê li bal bavê xwe, yên din jî li bal Axa Mîrza Ehmed Muderris ê Tebrîzî, xwend. Û hemû dewra sethê di navbera pênc sal û nîv da qedand. Û paşê di dersê xaricê Ayetullah ê Uzma Mîlanî da hazir bû. Di sala 1336 K. ya T. da  çû Necef a Eşref ê. Û di muddedeta kin de ji dersên Ayetullah ê Uzma Hekîm, Xoî û Şahrûdî jî behre bir.

   Paş vegerî ya xwe bi Iran ê, ji dersên Ayetulllah ê Uzma Burûcerdî û Hecî Axa Murteza yê Haîrî  behre bir. Û bi dersên fiqh û usûlê Hz. Imam Xumeynî beşdar bû.

   Ewî, paş sala 1334 T.î tekoşîna xwe li dijraberê rejîma Pehlewî dest pêkir û heya serketina inqilaba islamî bi caran bi sebebên têvel dihat girtinê yan jî dihat sirgûn kirinê.

   Paş serketina inqilaba islamî berpirsiyarê karên girîng bû. Wek: " endam di şûra ya inqilab da, endama şûraya inqilaba islamî di wezareta parastinê da û arîkarîya wezîrê parastin, imametîya nimêja cum'eya Tehran ê, endamê xelqê Tehran ê, du dewre serkomartî ya Komara Islamî ya Iran ê".

   Paş wefata Rêberê Feqîh Hz. Imam Xumeynî, bi jîr û jîratî ya xibrêgan bi Rêberî ya Inqilaba Islamî ya Îran ê hat e bijartin.    



1 next