Ayetullah ê Uzma Hecî Seyyid Elî Huseynî yê Sîstanî



 

Hz. Ayetullah ê Uzma Hecî  Seyyid Elî Huseynî yê  Sîstanî

       Pêşkarê Hewzyê Medreseyê Ilmîyeyê Necef a Eşref û Merce ê Teqlîd ê Şıîyên ê cihanê

          Ji dayîkbûn

         Hz. Ayetullah ê Uzma Sîstanî, di roja 9 ya Rebî ul-Ewwela sala 1349 a K. ya H. , li bajêra Meşhed a Muqeddes hat dinyayê û bavê wî , bi xatırê bapîrê wî , navê wî jî Elî danî .

         Navê bavê gıranqedrê wî, rihmetî Seyyid Muhemmed ê Baqir û navê bapîrê wî jî, Seyyid Elî ye ku ji mezinên ilm û zuhdê bûye ku jiyanname ya wî , merhûm Aqa Bozorg ê Tehranî di Tebeqat u-Elam il-Şîe (beşa çaran rûpelê 1432) da nivîsîye ku hatîye gotin, ew li Necef ê, ji feqîyên Mewla Elî yê Nehavendî , li Samerra yê ji feqîyên Muceddid ê Şîrazî, herwiha ji feqîyên taybetê rihmetî Seyyid Ismaîl ê Sedr, bûye; û di sala 1308 a K. bu bajêrê  pîrozê Meşhed ,vegerîya. Û ew, ji girîngtırîn feqîyên feqîhê mezinê Şêx  Muhemmed Riza Al ê Yasîn, bûye.

         Binemala wî , ji seyyidên Huseynî ye ku di wextê Sefewî da li Isfehan ê dijîyan ku ji alîyê padişah Huseyn ê  Sefewî ,bapîrê birêzê wî Seyyid Muhemmed bi meqamê  Şêx ul-Islamî ya  Sîstan ê, hate helbijartin û ew jî , çû wira. Û digel malbata xwe liwra  cîh girtin.

          Ji nevêyên Seyyid Muhemmed , Seyyid Elî ku bapîrê Ayetullah Sîstanî ye , şexsê ewile ku bu Meşhed a Muqeddes koç kir û di medrese ya merhûm Mella Muhemmed Baqir ê Sebzêvarî  da cîh girt. Paşê ji bo temam kirina dersa xwe ji wêderê bu Necef a Eşref , koç kir.

          Ayetullah ê Sîstanî , di pênc salîya xwe da  bi hînbûna Qur’an ê, mıjûl bû.Paşê jî,ji bo fêrbûna xwedin û nivîsîn , ket Medrese ya Dar ut-Telîm a dînî. Di vî muddetî da  ji mamosteyê  Mîrza Elî Aqa ê Zalim xweşnivîsîyê jî , hîn bû.

          Di sala 1360 K. bi fermana bapîrê xwe bi hînbûna zanînê seretayî yê hewzewî , mijûl bû.Komî ji dersên edebî wek şerha Elfîye ya Ibn-î Malik,Muxnîya Ibn-î Hişam , Mutewwel a  Teftazanî , Meqamat a Herîrî, û şerh un-Nizam ê li ba rihmetî Edîb ê Nîşabûrî û li bal mamosteyên dîtir jî,xwend. Şerha Lume û Qewanîn ê li ba rihmetî Seyyid Ehmed ê Yezdî ku navdar bi Neheng e, xwend û beşekî jî, ji dersên sutûh (sutûh: navê gelejimara seth e.Ji dora xwendina pirtûkên ku ji dûv Lume destpê dike û heya pirtûka Kifaye ra têt gotin) wek Mekasib , Resaîl û Kifaye li ba zanayê mezin  Şeyx Haşim ê Qezvînî, xwend.

         Dûmayîka hînbûna zanînê seretayî (muqeddimat û seth), li cem hin mamoste û ustad zanînê eqlî û mearifê ilahî (zanînê ku di bareyê nasîna Xudê ye), xwend.Paşê , di sala 1368 a K. da bi bajêra  Qum ê koç kir. Li ba merce ê mezin Ayetullah Burûcerdî  fiqh û usûl xwend û gelek ji wan behre bir. Ji zanîn û nasîna fiqhîyê wî ve, bi taybetî di ilmê rical û hedîsê da ji wî gelek istifade kir. Ew , herwiha ji zanînên feqîhê alimê fazil Seyyid Huccet ê Kûhkemerî (q.s.) û jimarek ji zanayên navdarê wî wextî jî , beşdar bû.



1 2 next