ÇÎROKA QABİL Û HABİL



Heta Adem (a.s.) û Hewwa di cennetê da bûn bi rahetî û xweşî jîyanê diborandin, tirs ji wan ra tunebû û zehmetî ne didîtin. Wextê emrê Xweda bi cîh ne anîn ketin lepika şeytan, Xweda ezze we celle wan ji cennetê deranî û avêt ser rûyê erdê. Li ser erdê ji dar û gîya heta şêr û pilinga, fîla, hirç û gura gelek heywanê wehşî hebûn. Ji bo ev heywanê wehşî zerer nedin wan xwe dan serê çîyakî, ketin şikeftek bilind. Ji bo ku bikaribin weka di cinnetê da zikê xwe têr bikin, bi rahetî xwarin û vexwarin peyda ne dikirin. Adem (‘e.s) xwe ji çîya berda ket nava daristanê, heta ku tiştek xwarinê peyda bike. Adem (‘e.s) dest bi xebatê kir, şixulî. Westandin ji re çêdibû, xûdan dirijand. Dîya me Hewwa jî carna alîkarîya wî dikir. Dîya me Hewwa hemle derket, Xweda ezze wecelle kurek dayê, navê wî danîn Qabîl. Adem (‘e.s) bi vî zarokê xweyê ewwil şa bû. Ji dîya me Hewwa ra wezîfekî nû derket ku terbîyet û xwedîkirin û hilanîndanîna piçûka bû. Îdî ne dikarîya alîkarîya bavê me Adem (‘e.s) bike. Adem (‘e.s) bi tenê sêbe heta êvarê li pey rizqê xwe û zarokê xwe banzdida. Wexta dibû şev dihat şikeftê, bi Qabîl kêfxweş dibû, pê dileyîst. Salek derbasbû dîsa dîya me Hewwa hemle derket, Xweda zarokî da navê wî danîn Habîl. Adem (‘e.s) dîsa li peyda kirina xwarin û vexwarin va mijûl bû. Bi vî awayî sal û meh derbasdibûn, ewladê wan zêde dibûn. Habîl û Qabîl mezin bûn, le’b û leystokên zarokîyê berdan, alîkarîya bavê xwe kirin, xebitîn. Qabîl ji Habîl bi ‘emir mezîntir bû, lê Habîl ji wî zeximtir bû, rehm û şefqeta wî zêdetir bû. Hiz ji pez dikir û gelek xweşik li wan dinihêrt. Bavê me Adem (‘e.s), xebat û şixul, li Qabîl û Habîl  û parve kir; îşê zira’et û çandahîyê da Qabîl, lewra Qabîl qelb hişk bû. Bê rehm û şefqet bû, ziraet û çandahî jî ne muhtacê şefqetê ye, şivantî û rêhîna pez û çêleka jî da Habîl, lewra ev şivantî muhtacê rehm û şefqetê ye.

Rojekî serê rojê derket, Adem (‘e.s) û Qabîl û Habîl ji şikeftê derketin, Qabîl çû nav baxçe û erazîyê xwe, Habîl çû ber pezê xwe, Adem (‘e.s) çû nêçîrê, Hewwa jî çû avê. çaxa bê şev, Qabîl fêkîyê xwe anî, Habîl şîr anî, Adem (‘e.s) jî hinek teyr û çivîk ji nêçîrê anî. Tev danîn ber xwe, xwarin, vexwarin. Xweda bereket xist fêkî û çandahîyê wan, bereket xist pez û dewarên wan.

Adem (‘e.s) ji Qabîl û Habîl ra got:

“Ev Xweda ewqas nîmeta daye we, lazim e hemberê van nîmeta hûn şukrê Xweda bikin, her yekî qurbanekî bidin, her yekî ji we tiştekî ji xwarinê bibin serê çîya deynin, bi vî hawayî hûn şukrê Xweda bi cîh tînin, him jî sedeqe û zekata malê xwe didin.”

Habîl pir kêfxweş bû, lewra sadiq bû bi Xweda ra, ehlê îxlasê bû. Ema Qabîl ji xwe ra got:

“Ez zehmet dibînim, xûdan dirêjim heta hinek mal berhev dikim, çima deynim serê çîya heywan bixwan? Çima ez jê feyde nebînim, nexwem, xeyrê min jê bi xwan?

 Ji bavê xwe ra tiştek ne got. Habîl çû nav pezê xwe, berxek rind, taze û sipehî bijart, serjêkir bi dilxweşî. Lewra digot: “Ew Xweda yê ewqas nîmet dayê mê, rizqê me daye, lazim e em şukrê wî bikin.” Lêbelê Qabîl çû ket nav dehla xwe, nav rezê xwe, hinek fêkîyê rizî bijart, çinî. Lewra dilê wî jî pîs bû, rizî bû, qelbê wî bexîl bû. Qabîl fêkîyê xwe yê rizî kevin ji Xweda ra hedîye kir. Dilê wî jî wekî hedîya wî bû. Lêbelê Habîl, baştirîn û hijatirîn malê xwe yê teze hedîyê Xweda kir, dilê wî jî wekî hedîya wî pak û paqij bû. Roja li pey, Qabîl û Habîl bi bavê xwe ra çûn serê çîya. Nîşana qebûlbûna hadîya wan ev bû: heçî hedyÎa ne di cîyê xwe da bima, wunda bibya, ne li cîyê xwe biya, ew hedîye ji alî Xwedê va hatibû qebûlkirin. Heçî hedîya di cîyê xwe da bîya, wunda nebûya, ewê bihat fehmê ku Xweda wê hedîyê qebûl ne kirîye.

Roja din hat û Habîl hedîya xwe li serê çîya nedît, fehm kir ku Xweda hedîya wî jê qebûl kirîye, bi dil xweşî şukrê Xweda kir. Lêbelê Qabîl wê hedîya xwe ya qirêjî li serê çîya di cîyê xwe da dît, xeyidî, aciz bû, kîna Habîl ket dilê wî û li bavê xwe zivirî û got:

“Te ji Habîl ra du’a kir, heta Xweda hedîya wî qebûl kir. Te ji min ra du’a ne kir.”

Adem (‘e.s) got:



1 2 3 4 5 next