ŞEHADETA IMAM ‘ELÎ (‘E.S.)



Piştî  derbe xwarina Imam ‘Elî  (‘e.s.) di şeva nozdeh a meha Remazanê ji destê Ibnê  Mulcem ê Muradî  ku ji Xaricîyên herb a Nehrewanê li paş mabû, tu dermanekî  li ser vê birîna Imam tesir ne kir û weka ku Pêxember mizgîn dabû; rûyê wî yê sipî  bi xwîna serê wî  sor bûyî  hate şehîd kirin.

Şehadeta Imam ‘Elî , piştî  30 salê îmametê û 4 sal û 9 mehê xîlafeta wî  hate cîh . Wê bedena mubarek û paqij, di tarîya şevê da, bi navê Necef di cîkî da hate sipartin û vî  mekanê gelek mukedes, heta nêzî  sed û pêncî  salî , ji xelqê veşartî  ma. Bi tenê ji Şi’îyan hinekî nasanê xas hay ji vî  mekanê giranqedr hebûn.

Jîyana Imam ‘Elî  (‘e.s.) bi sê qisma ji hev vediqete; evana, ji bo danîna ‘eqîda Îslamê 23 sala şixul û teblîğ, ji bo yekîtî  û wehdeta mislimana 25 sala sebr û sikût û ji bo danîn û bi cîhanîna ‘edaletê 5 sala herb û ceng.

Imam ‘Elî  di heyata xwe ya dirêj û pir bereket da, kete gelek herbê dijwar û mirinbar û tu car xwe ji ber mirinê ne da alî , her daîm bi ser û serê mirinê da diçû; bi wan derbên xwe yê dijwar gelek muşrîk û kafi a kir ax û toz.

Ev însanê gelek giranqedr piştî  wefata Pêxemberê Îslamê ji bo xatirê yekîtî , wehdet, îslah û selametîya mislimana 25 sala bi sebr û weqar sikût kir. Piştî  çûndina Xelîfê sisîya, xelqê Imam ‘Elî  bijart û wî  kirin xelîfe. Imam ‘Elî , di wê dewrana xirecir, bê hawa û gelek tengîmkan da kete sê herbên tijî huzn û mirinbar. Di herba Cemelê da bi Nakisîna  ra ( soz şikestan), di herba Sifînê da bi Qasitîna ra (Mu’awîye û xelqê Şamê) û di herba Nehrewanê da bi Mariqîna  ra (Xaricî  û evên ji dîn derketî ) bi şiklekî  mecbûrî  kete herbê.

Fezîlet û qencîyên Hz. ‘Elî  ewqas zêde ne ku, ne mumkune bikevin vê meqalê û nivîsoka piçûk. Di vêderê da em ê di heqê wî  însanê mezin da du heb gotinên sipehî  bînin.

Nazimê Nîşabûrî  di heqê wî  Imamê mezin da waha gotîye: “’Elîyê kurê Ebu Talib, li ser gotinbêj û nivîskara îmtîhanek zor û barek giran e, lewra ji vana kesek bixwaze heqê wî  bi cî  bîne, bi kufr û valagotinê dişemite; eger kin bike yan jî  kurt bibire, vêca jî  dikeve xîyanet û cefayê. Di heqê fezîlet û qencîyên wî  da hedê weset û rast ewqas deqîq û zirave, xeynî  fikirdarekî  zana û mahir kesî  dî  nikare ji heq were der.”

‘Eynî  waha Ibnê  Ebîl Hedîdê Mu’tezîlî  - Ku şerha Nehcul Belaxê çê kirîye- waha dibêje: “Fezîletên ‘Elî  (‘e.s.) ewqas pirin û mezin in, gotinbêj û nivîskar li hember wan, xwe zeîf, kêm û şermezar dibînin ku dest bi vekirina wan bikin. Neyarên wî  her çiqas xwastin rohnîya nûra mezinatî ya wî  bitefînin, fezîletên wî  Hezretî  bêtir rohnî  û şu’le dan.”

Belê Imam ‘Elî  di mala Xwedê da, di Ke’bê da hat vê dinya tijî  derd û kul; dîsa di mala Xwedê da, di mizgefta Kufehê da, di şeva Leyletul Qedrê li ser nimêja sibehê wextê hate şehîd kirin waha di mîhrabê da feryad kir. “Bi Rebbê Ke’bê sond dixwam ez xelas bûm.”

Erê, ‘Elî  (‘e.s.) di mala wehyê da, bi terbîya Qur’anê, rîsaletê û wî  Resûlê giranqedr hate mezinkirin. Dema ku ew destê piçûk ket nava wî  destê mezin qedera cîhanê û însanîyetê guhurî. Piştî  bi heyata xwe dinyayê tijî qîmet û qedr kir  çi hezîne ku ev baştir û qenctirê însana bi jehrîya xencera pîstirîn û qebîhtirînê însana di nimêja sibehê da, di mala Xwedê da hat şehîd kirin.



1 next