SERSALYA WÎLADETA IMAM MEHDÎ (‘E.S)



M’esûmê çardehê, huccetê danzdehê,Welîyullahê Muntezir, Beqîyetullah-ul ‘Ezm Hz.Imamê Zaman Mehdî yê Mew’ud (‘e.t.f.) di nîvê meha Şebanê de, sala 255-ê hîcrî-qemerî li Samerayê hate dinyayê. Bavê wî Imam Hesen ‘Eskerî, dîya wî Nergîs Xatûn bû. Ev Imam, hem xweyê nav û hem jî xweyê kunye yê Pêxemberê Islamê (s.’e.a) ye. Bi leqeb û bernavê Qaîm, Muntezir, Huccet, Mehdî, Xelefê Salih, Sahibê Zaman, Baqîyetullah û …tê nas kirin.

Rêberê ilahî, bi mexseda hîdayeta însana, li ser menzil û zemînekî wusa tê ku, bi şiklekî gelek zêde tê xwestin û telebkirin. Ev karekî wusa ye ku, gerek însan, ji hatina wî rêberî ra amade bin û dikaribin ji kar û rê nîşandinên wî bikin nesîbê xwe.

Eger zemînekî waha musaîd û amade di nav însana da çê nebe, hatin û xûyabûna rêberên ezmanî di nava însana da wê negîhîje mexsed û miradekî. Ezîyetên ku xelîfên Ebbasî, bi taybet ji dewra Imam Cewad (‘e.s) pê va li ser Imamên M’esûm gelek zêde bûn. Heta bi şiklekî ewqas zêde Imama mehdûd kiribûn û dor li wan teng kiribûn ku îdî karên Imama hatibû hedekî gelek hindik û kêm. Hebûna vê wezîyeta xas, di zemanê imameta Hz. Mehdî (‘e.s) da û him jî ihtîmala şehîdkirina Imam Mehdî (‘e.s) di nav wan şertên hesas de, nîşan didin ku, zemînekî musaîd di nava însana de ji bo rêberî û tevgera di nava wan de ji bo îmama ne maye. Ji ber vîya, hîkmeta îlahî xwast ku, Hezretî Mehdî (‘e.s) bi îzna Xwedayê Te’ala veşartî bimîne. Ev wundabûna ji ber çava, heta ku di nav însana de amadeyî û hazirî çê bibe berdewam bike. Ew, ewê rojekî were. Bi rastî ewê ew rojekî were û erd ku tijî zilm û zor e, wê tijî ‘edalet û wekhevî bike.

HÊVİ

Hêvî weka nan û avê ji bo insan lazim e. Insanê di jîyana xwe da, îhtîyac bi bawerîyê, bi xîretê, bi biratî û dostanîyê çawa heye, ‘eynî wusa îhtîyac bi hêvîyê jî heye. Tiştê ku însan li ser pîya dihêle û  li hember bar û giranîya jîyanê wî sabit dihêle hêvî ye. Hêvî di karên maddî û m’enewîda, ji însan ra ‘ezm û berxwedan çêdike. Bê hêvîbûn, însan ji karan li paş dihêle û çokên wî dişkêne. Çok şikandina însan pirê cara ji bê hêvîyê çêdibe. Em li ser rihê insana eger şixulekî kûr bikin, em ê vîya bibînin ku hêvî, di asasê gelek xebat û xizmetê da cî girtîye. Em dikarin hinkî dî jî vê fikrê bi pêş ve bibin û waha bibêjin: “Hemî karên însana li ser hêvîya tiştekî tên kirin. Şixulê maddî û dinyewî; ji bo kirîna xanîkî, standina makînekî, gihîştina zengînîkî yan ji bona avakirina zewacekî ye. Di nava vana tev de hêvîya tiştekî heye. Di karên m’enewî û uxrewî de jî dîsa hêvî û meqsedek veşartîye. Ev hêvî; ya riza Xweda ye, ya li ser asasê riza ilahî di qelb yan jî di erdê de avakirina dewleta Islamê ye, ya jî paqijîya nefsê, ketina silûkê û gihîştina exlaqek bilind e.

Di paşîyêda em dikarin waha bibêjin:

“Di çûyîn û hatin, xebat û xizmet, ger û veger, şîn û şadî, xulasa di hemû hal û hereketên insana da em dikarin vê hêvîyê bibînin. Heta dikarin bibînin ku hêvî, işq û îlhamek gelek mezin çê kirîye li ser hemû tevgerê însana da.

Hêvî jîyan e, bê hêvî mirin e.

Hêvî işq û enerjî ye, bê hêvî derd û ‘ezab e.

Hêvî berxwedan û sebr e, bê hêvî şikandin û ser tewandin e.



1 2 3 next