MEHA ROJİYÊ



REMEZAN

“Meha Remezanê, meheka wusa ye ku, Qur’ân di vê mehê de hatîye nazilkirin; ew Qur’ana ku rastî  û hîdayetê nîşanî  însana dide, ji bo rastî  û hîdayetê delîleka eşkere û veqetandina heq û batilê ye. Ji we her kî  bigîje wê mehê bira rojî  bigire. Kesên ku nexweş be û rêwî  be, bi qasa rojên ku rojîya xwe xwarîye bira bigire. Xweda ji bo we rehetîyê dixwaze, zehmetîyê naxwaze. Eviya ji bo ku hûn jimarê xwe (rojên xwe) temam bikin û ji ber ku we hîdayet kirîye hûn Xweda tekbîr û mezin bikin. Hêvî  heye ku hûn şukur bikin.”[1]

Meha Remezanê; meha rojîyê, meha nazilbûna Qur’anê, meha hîdayetê, meha ji hevqetin û eşkere kirina heq û batil, meha şukrê Xweda, meha îbadetê, meha ‘emel û kirinê, meha cîhad a mezin, meha helandin a hemî  qeşem û cemedê qirêjî yên salê, meh a toba hemî  gonehên 11 yanzdeh meha, meha terbîyê, meha mêvanî ya Xweda, meha ‘emelkirina bernamekî  nû û jîyan ava, meha muhaseba hemî  salê, meha hazirbûna ji salekî  nû ra, meha qerar hildanê ji bo çê kirin û avaîyê, meha paqijî ya nefsê, tezkîya nefsê, terbîyekirina nefsê, hevsar kirina nefsê, ser tewandin û nerm kirina nefsê, meha hejandin û weşandina can û rih ji bo ketin û dûrketina hemî  zeng û goneh û bê exlaqîya, meha şûştin a nav û derunê xwe, meha tefekurê, meha piştî  tefekurek kûr xwe hazirkirina ji hilgirtina Qur’anê ra, meha şarz û tijîbûnê, meha xwe naskirinê û peşveçûnê….

Meqsed û mirad ji rojîyê, xusûsen ji rojîya mehekî  li ser hev, gihiştina teqwayê ye. Rebbê ‘Alemê vê meqsed û felsefê bi “le’ellehum tettequn” zikir kirîye. Madem hikmet û felsefa rojîyê ev e, gelo me’na “tettequn” çî ye?

“Le’ellehum tettequn” yanî  hêvî  heye ku hûn xwe biparêzin umîd heye ku hûn xwe bigrin û muhafeze bikin. Yanê hêvi heye ku rojî  bibe sebebê qewîbûna îman a we, bibe sebebê fetilandin a we ji xirabîya û ji ne qencîya, bibe wesîla gihiştin a teqwayê, îxlasê, tirsa Xweda, tirsa ezabê Xweda…

Vêca meha Remezanê, rojîyê kirîye wek bername û reçetekî  û pêşkêşê însana kirîye. Xwestîye mehekî  li ser hev em rojî  bigrin. Yanî  mehekî  bê bîn em xwe ji xwarin, vexwarin, goneh û hemî  ne başîya bigirin; bi sebr û berxwedanek mezin li ser çêkirin û pêşveçûna xwe bişixulin. Yanî  gerek muheqeq her Remezanek me kêmtir gavek bi pêş ve bibe, me ji sala çûyî  nêztirî Xweda bike. Di îbadet, exlaq, menewîyat, hakîmîyeta li ser nefsê, alîkarîya mezlûm û jara bi navê infaqê û di despêkirina kar ên baş û dest birîna ji hemî  karên ne baş da gerek ji sala derbas bû em çêtir û li pêştir bin. Eger Remezanek li ser me derbas bibe û tu guhurandin û pêşveçûnek di me de çê ne bûbe, rojîya wê salê feydek ne daye me, weka ku me Remezan ne dîtibe yan jî  me rojîya wê salê qet ne girtibe.

Belê, meha Remezanê kakila salê ye, hemû mehê dinê qalikên vê kakilê ne. Lewra ev meh, meha Rebb ê Alemê ye. Meha efû ya gonehê ye, meha girêdan a şeytanê bi qeyd û zincîra, meha barana rehmet a Xweda ye bi ser însana va. Meha ku însan bi bohosta bi bal Xweda va herin, Xweda bi gava; însan  bi gava herin, Xweda di muqabil wan da bi bazdan balî  wan va tê. Yanê  meha ku kar û emelên însan bi çend beraberê xwe têne hîsabkirin û li gorî  vî  hîsabî  têne mukafat kirin. Ji ber vîya meha Remezanê meha firset û îstîfadê ye, meha kirin û emela ye, meha avêtina bizr û tovên jîyan a axîretê ye… Vêca gelo ev bizr û tov çi ne? Ev, zikirkirina Xwedê ye, kirina nimêjê ye, kirina sunetên nimêjê ye, kirina tesbîha ye, bi zare zar û hawar kirina du’a ye, poşmanîya ji hemî  qebahet û nezanîyên salê ye, li ser vana kirina toba nesuh e, ji ser goneh û qencîyên xwe girîne, şûştina wî  qelbê hişk û xudî  qeswet bi sitrên çava ye, noze noze di şev nimêja daye, weka vine vina moza bi huzn û serwextî  xwendina Qur’anê ye, dayîna mal e û kirina înfaqê ye. Bi destgirtina feqîr û perîşana ye, dil stendin û kêfxweş kirina êtîm û sêwî  û mazlûma ye, rabûn û rûniştina bi bindesta ra ye, çûndin û hatin û zîyaretîya nexweş û jara ye. Tefekurê, çûndina Hîraya ye bi şeklê îtîkafê. Yanê, xwe wexfkirina me’beda ye, ji bo xwe çêkirin, başkirin û bi pêşvebûnê ketina fikrên kûr e û piştî  wî  jî  qerar hildan e ji bo salên nû, ji bo bernama nû û ji bo jîyanekî  rast û durist…

Binhêrin karê me zaf e, barê me girane, rêya me dirêje, bîra me kûr e, taqeta me kêm e, nefs û şeytanê me dijwar e, rihetîya dinyayê xweş e û şêrîn e, can û bedena me li me giranî  çê dike… Lêbelê li ser vana tev eger em çok daneynin, ne kevin, xwe li ser pîya bigirin van kara bikin, bizr û tovên xwe hemî  bavêjin em ê bigîjin mirada xwe…

Li ser ruyê erdê eger kar û ‘emelên wek sitêrkê ezmana rohnî  hatibin kirin, evana bi saya îmanê çêbûne. Eger Îbrahîm (‘e.s) bê tirs çûbe nav agir û agir lê bûye gulîstan, eger Mûsa (‘e.s) li avê xistibe û di nava behrê de jê re papûr vebûye û eger Muhemmed (s.’e.a) bi meha ketibe Hîrayê û piştî  wî  23 sala bê sekn û bîndan tovên ‘edalet û wekhevî  û însanîyetê avêtibe, eger Huseyn (‘e.s) gotibe: “Mirina bi ‘îzet ji jîyana bi zalima ra çêtir e”… evana tev bi saya van bernamê Xwedayî  çêbûne. Lewra dîrok şahid e ku, tu car bê cîhada mezin cîhadên piçûk ne hatine kirin. Cîhada mezin, cîhada bi nefsê re ye, ser tewandina nefsê û helandina hemî  nexweşînên ruhî ku di nava însan de jeng girtine. Bi van bernamê Xwedaî,  kirina dewrim û înqilabek derûnî ye. Heta em di qelbê xwe de vê înqilabê çê nekin, tu car em behsa înqilabê derva nikarin bikin. Ji bo vê qolopandin û dewrima eslî , muhîmtir û girîngtir wext meha Remezanê ye, muhîmtir îbadet rojîya meh a Remezanê ye.

Xweda Te’ala soz daye ku, eger em bikevin ser rêya wî, xebat û cîhad bikin, ewê Xweda bi destê me bigire, rêberîyê ji me ra bike, rê nîşanê me bide û ji bo em heqîyê ji batilê, rastîyê ji derewê, başî  û qencîyê ji ne qencîyê cuda bikin û nas bikin wê Furqanê bide me. Yanê wê meşale û çira Furqanê ji mer hedîye bike, ev soza Xweda ye… Lêbelê ku em jî  piçek xîret bikin û xusûsen ji van firsetê zêrînê weka meha Remezanê para xwe bigirin û îstîfade bikin.


[1] Beqere / 185



1 next