Tekoşîna Tewhîdê



   Hemd û şukur ji Rebbil-alemin re, selat li ser hemî Pêxemberan û li ser Hz. Muhemmed (s.) û Ehl ê Beyt a wî be.

   Jiyana însan dema ji Hz. Adem hetta iro dest pê kirîye, Xweda yê Teâla ji qewm û eşîra ra pexemberê ku bi zimanê wan xeber dide şandîye. Sedemê şandina Pexemberan; “Însan ji tarîtîyê xilas bibe û bikeve ronahîyê. Rêçên nerast berdin û bikevine rêya ilahî (rast) „ Ebdanî ya Xweda ji bîr nekin . Herçiqas Xweda dema însan afirandiye, eql û feraset dayê, li hember wî jî, şeytan jî xarandina însan amedekar bûye. Piştê wê qasê Xweda kitêb û Pexemberan şandiye daku însan li dû nefsa xwe û şeytanan neçin. Bi tevî vî, serbestî ya însan jî heye, dikare li dû şeytan here, an jî li dû rêya Xweda! Alîmê Îslamê ji wîra dibejın “Cuz'i ixtıyari.“ Va micadela wê hetta qiyametê ewha berdewam be. Ji Adem bigire hetta Muhammed (s.) temamê Pexembera ji boy tesîsa micadela tewhîdê xebat kirine. Em nikarın ku bêjin tekoşîna Nuh, Îbrahîm, Suleyman, Salih,Yusuf, Mûsa, Muhammed û Îsa (silav lı ser teva bê) ji hev cuda ne. Belê armanca tekoşîna wan hemiyan yek bû. Armanc; tesîsa tewhîdê, rakirina zulmetê û zordestîyê bû. Daxwaz hakimkirina edaletê bu. Edalet; ramana îslamê ya ewil e.

   Gava em guhdarî ya tarîxe dikin, dibînin ku tu pêxember û ûmmeta wan tune ku li wan zilm ne hatibe kirin, ji welatê xwe ne hatibin derxistin. Li wan ne hatibe şkence kirin, hetta hinek ji wan hatine kuştin. (Zekerîya (a.) Eshab-ı uxdud.) Îbrahîm (a.) ji destê Nemrût, Mûsa ji destê Fîr’ewn, Muhemmed ji destê Ebu Cehl ji welatê xwe hatin derxistin, hîcret kirin. Eshab ê Kehf ji destê zordarê dewra xwe ketin şikeftekî û bi emrê Îlahî sêsed û çend sal xwe veşartin. Qewmê Lût, Hûd, Salih, Pêxember jî wan tehdît dikirin û digotin ‘ger hûn ji dest ji têkoşîna xwe bernedin, emê we bikujin an jî ji welat derxin der. Wan hersê qewmana û qewmên din ku ebdani ya xwe înkar dikirin, hemî hatin ceza kirin. Ez bawerim ku hemî însanê rûyê erdê bi tofana Nûh hesiyane û pê dizanin !….

   Dema em niha temaşe dikin, em dibînin ku tu cudayî tuneye. Îro jî ew kesên ku dawa (doza) tewhîdê dikin, têne şkence kirin, têne kuştin, ji welatê xwe têne derxistin. Lê li Kurdistanê hem ji boy qewmîtî (kurdîtî), hem jî bi qeydekî (terzekî) gemar ewan tiştana tên serê muslimana, bi taybetî muslimanên kurd. Wek tê zanîn ku lîstêkên neyaran kurd bi hev, hetta muslimanan bihev dan kuştin. Piştî îro rojên giran li pêşîya muslimana hene, pewîste ku em jibîr nekin ku; "ehlê înkarê tev birayê hev in, navê wan çi dibe bila bibe." De înca lazime ku em kêmasiyên xwe bidin alîkî û birati ya îslamê tesîs bikin, ehlê tewhîdê bikin yek. Pirrên muslimanên îro esasê tewhîdê ji bîr kirine, li ser meselên cuz’î bihev ketine. Êdê bese, destê xwe ji qirika hev bikşînin û biratiya îslamê î’lan bikin û hevdu himêz bikin, ev li ser me ferze.

   Xweda yê Teala di Qur’an a Pîroz de wiha dibêje: "(Resûlê min) Dema ew (yên munkir) te derewkar dibînin, (tu bizanibî ku) di berîya wan de qewmê Nûh, Ad, Semûd, qewmê Îbrahîm, qewmê Lût û gelê Medyen jî (pêxemberên xwe) derewîn derdixistin. Mûsa jî derewîn derdixistin. Lê min firset (dem) ji wan re naskir, dûvre jî min ewan bi dest girt (ceza kir), çawa bû girtina (cezaya min) bi wan!... Hecc/42-44

   Rebbîl-alemîn di ayetekî din de jî wiha dibêje: "Me ji her ummetê re terzekî îbadetê nîşan da û pêk tînin. De ku wisa ye, bila ew (ehlî kîtab) di vî warî de bi te re niqaşê nekin. Tu dawetê Rabbê xwe bike, Lewra tu di heqîqeta xwe de li ser rêkî rastî." Hecc/67

   Di ayeta dawîyê de Xweda "Rebbîl-alemîn karê we baş temaşe dike" dibêje. Lazime li ser me çi ji quweta me tê, em bi tenê bin jî, ji bo doza Xweda bikin û mukafata xebatên xwe her ji Rebbê xwe bixwazin. Di teblîxê de nermiyê jibîr nekin. Lewra Xwedê ; "herin cem Fîrewn û bi zimanekî nerm wî dawetê heqê bikin, belku eqlê xwe hildide serê xwe, an jî ditirse" Taha/44

   Ev xîtab ji Mûsa û Harûn re hatiye, lê herkesê ku dawa tewhîdê dike, pewîstê ku vê xîtabê jibîr neke, çimkî hîdayet bi destê Xwedê ye.

   Gerek mirov vî jî bide berçavên xwe; herçî kesên ku di vê demê de Îslamê ji xwe re bikin armanc, wek pêxemberan û ummetên wan wê li wan bê şkence kirin, bên tehdît kirin, bên kuştin, ji welatê xwe bên derxistin, heta tiştên ku qelema me şerm dike binivîsîne wê were serê wan !… Derê dibistana wê ji qizên musliman re were girtin, zarokên muslimanan bê bav-dê bimînin, heps û zîndan wê ji bo ehlê tewhîdê bibe xanî û war. Yanî ji boy ku zilm ji ser muslimanan rabe, bi qeydê cûrbecûr tiştên werin serê muslimana, doz girane, bê bedel naçe serî !…
Têkoşîna azadi ya mezlûma em bînin hereketê, dest bidin hevdu û sebrê bikin. Xweda yê Teala eva ji wan re, li hember sebra wan meqamê cennetê yên herî mezin tê dayîn. Li wir bi hurmet û bi selam pêşwaz dibin, li wir ebedî disekinin, ewder ji bo şûnwarî û rûniştinê çiqas cîhkî xweşe Furqan/75-76

   Em muslimanên îro ji Qur’an ê dûr ketine, an jî em ji hêla propagandên sîstemên kufrî ji Îslamê dûr mane. Em mecbûr in ku Qur’an a xwe bixwînin, fêm bikin û emr û qedexeyên Xwedê navêjin paş guhên xwe. Li ser ayetên Wî tefekkur bikin û di jiyana xwe de bijîn. Çawa tê gotin; "Qur’an nahatiye ji boy nêrandina lêkaren û ji boy xwendina ser meqberan" Qur’an ji bo însaniyetê rêbere, Xwedê ji boy wî şandiye. Lê me îro Qur’an di mizgeftan de heps kiriye û em ji xwe re rêya dibînin û dibêjin; "bavo ez erebî nizanim ka ezê çawa ji Qur’anê fêm bikin." Belê ger em erebî nizanbin jî, em dikarin bi zimanê dayîka xwe kurdî an jî tirkî, mana Qur’an ê fêm bikin ka Qur’an ji me re çi dibêje.

  

   Nepewîste ku herkes erebî fêr bibe û ji Qur’an ê hukum derxe, bi hezaran pirtûk hatine tercume kirin, çima mirov ji wan fêdê nebîne. Pirrên pirtûka bi zimanê tirkî hatine tercume kirin, înşallah di demekî nêzîk de wê bi kurdî jî werin terceme kirin, li ser vî warî komela me xebatê dike.

   Welhasil, ji bo azadî û xilasiya mezlûman û têkoşîna dawa tewhîdê, pewîste ku em xwe bikin bin bar, destê xwe bidin hevdu, bihev re bi bendê (Qur’an) Xwedê bigirin. Ancex wê demê em dikarin textê zalim û zordaran bihejînin, sernîxûn bikin, bigihîjin armanca xwe, azadi ya xwe û rêya heq!..

Bi selam û dua

Zakir Sönmez