HUKMÊN TEHARETÊ



Mesela 83: Di edema texellîyê da rûniştin li ber tavê û heyvê mekrûh e, lê eger cîhê ‘ewreta xwe bi tiştekî binixêfe mekrûh nîne. Û di dema texellîyê da rûniştina li beranberê ba, di cade û rêya da, di kolana da, li ber derê mala, di bin dara ku fêkî dide da, xwarina tiştek, sekinîna pir û paqijkirina bi dest rast mekrûh e û herweha axiftin di halê texellîyê da lê eger mecbûr be an jî zikrê Xudê bike jê ra astengekî tune.

Mesela 84: Mîzkirina li pîya û mîzkirina li ser erdê hişk û li ser qulikên kêzikan da û di nav avê da, bi taybet ava ku naharike, mekrûh e.

Mesela 85: Neçûna ser mîz û xaitê mekrûh e û eger zirar bigihîne gerek biçe.

Mesela 86: Sunet e mirov berya nimêjê, berya raketinê, barya cima’ê û piştî hatina menîyê mîza xwe ke.

 

 

 

 

 

 



back 1 2 3 4 5 6 7 8 9 10 11 12 13 14 15 16 17 18 next