HUKMÊN TEHARETÊ



Mesela 58: Eger tişteka necis ku lazim nake bê givaştinê di ava kur an herikî da bişon, ava ku piştî derxistinê, ji wî dirije pak e. Lê tiştên ku mîna kinc û xalîçe (wek wê) ji ber ihtiyatê di ava kur an herikî da jî ji bo derxistina aravê givaştin lazim e, û yê mîna wê ne, ji ber ihtiyat arava wî necis e.

Mesela 59: Ava ku pak bû û diyar nîne necis bûye an ne, pak e. Û ava ku necis bû û diyar nîne pak bûye an ne, necis e.

Mesela 60: Bermayîya kuçik, beraz û kafir, necis e û xwarina wê jî heram e. Û bermayîya heywan yên heram goşt in, pak û xwarina wê jî mekrûh e.

Hukmên texellî

(derketina ser desmêja piçûk an mezin)

Mesela 61: Ferz e mirov dema texellî an xêncî wê, cîhên ‘ewret yên xwe ji kesekên mukellef in, heya kesekên ku mîna xûşk, dê û bira ji bo wî-wê mehrem in, herweha ji dînê mumeyyiz û ji zarokên ku başî û xirabîyê fam dikin, veşêre (bigire). Lê jin û mêrên hev lazim nake cîhên ‘ewret yên xwe ji hev veşêrin.

Mesela 62: Lazim nake mirov gel tiştekî taybet ‘ewreta xwe binixumane, û eger meselen bi destê xwe jî binixumîne, bes e.

Mesela 63: Dema texellî gerek alîyê pêşî yê beden, mîna zik û sing an pişta mirov alîyê qiblê ve neyê.

Mesela 64: Eger dema texellî alîyê pêşî an pişta mirov alîyê qiblê ve were, lê ‘ewreta xwe ji alîyê qiblê bizivirîne bes nîne, û eger pêşya beden an pişt alîyê qiblê ve nebe, ihtiyata wacib ew e ku ‘ewreta xwe pêş an pişt alîyê qiblê ve neke.

Mesela 65: Di dema paqijî mexreca mîz an xait an jî istibra, pêş an pişt alîyê qiblê ve bibe asteng jê ar tune. Lêbelê ihtiyata musteheb ew e ku di vî halî da jî, pêşî an pişt bila alîyê qiblê ve nebe.

Mesela 66: Eger ji ber ku namehrem ewî nebîne, mecbûr bibe ku bi pêş an pişt alîyê qiblê ve rûnê, gerek alîyê qiblê ve rûnê. Û eger bi sedemekî din mecbûr be ku bi pêş an pişt alîyê qiblê ve rûnê, jê ra astengek tune.



back 1 2 3 4 5 6 7 8 9 10 11 12 13 14 15 16 17 18 next