HUKMÊN TEHARETÊ



 

Xûdana kesekê ku bi heramê cunub dibe

 

                    

Rêyên sabitbûn a necasetê

 

  Mesela 127: Necaseta her tişt gel sê rê ve sabit dibe:

1-    Mirov bi xwe yeqîn bike tiştek necis e, û eger guman bike tiştek necis e lazim nake ji wê xwe biparêze. Meger bi sedema guman, ewledarîya ku xelk ewê zanîn hesab dikin jê ra pêk bê, ku di vî halî da xwe parastin lazim e. Ji ber ku xwarina zadê li qehwexane û pansîyonên ku mirovên laubalî û kesekên ku pakî û necisê rîayet nakin, li wêderê xwarinê dixun, eger yeqîn bi wan ra nebe xwarina ku bona wî-wê tînin necis be, jê ra asteng tune.

2-    Kesekê ku tiştekê di destê wî-wê da be bêje ew tişt necis e, meselen jina mirov an xulam an jî kulfet bêjin firaq an tiştekî din ku di destê wî da ye, necis e.

3-    Du mêrên 'adil bêjin tiştek necis e, û eger kesekê 'adil bêje tiştek necis e, xwe parastin ji wê ji ber ihtiyatê lazim e.



back 1 2 3 4 5 6 7 8 9 10 11 12 13 14 15 16 17 18 next