HUKMÊN TEHARETÊ



Mesela 117: Şerab û her tiştê ku mirov pê serxoş dibe, herweha di eslê xwe da ran be, necis e.  Eger mîna …….. û heşîş, ran nebe gerçî tiştekî birêjin navê ku ran bibe, pak .

Mesela 118: Alkola sipî û bijêjkî ku alkola xalis e û di karên bijêjkî de tê karandin, pak e. Lê eger ji şerab û fuqqa (bîra) hatibe girtin ku di vî halî da necis e. herweha madeyên ku ji bo paqijkirin ku ji alkol tê girtin û li navendên dermanî tê istifade kirin, pak e. Herweha alkola sen’etî jî alkola sipî ye lê hinek jî maddên jarî lê zêde kirine û di karên sen’etê de jê tê istifade kirin, pak e. Kolonya û maddên sen’etî yên din jî ji alkol tê jimartin, pak e.

Mesela 119: Eger tirî bi xwe an jî bi sedema pijandin bikele, xwarina wê heram e lêbelê necis nîne.

Mesela 120: Xurme, mewij, kişmîş û ava wan eger bikele, pak e û xarina wan jî helal e.

 

10- Foqqa (bîra)

Mesela 121: Bîra eger ji ceh bê girtin û jê ra ava ceh  bê gotin, necis e. Lêbelê ava ku bi destûra doxtor ji ceh tê girtin û jê ra “ma’uş-şe’îr” tê gotin, pak e.

 

11- Xûdana hêştir a necasetxwar

Mesela 122: Xûdana hêştir a necasetxwar, necis e. Lêbelê eger ji heywanên din bibin necasetxwar ji xûdana wan xwe parastin lazim nake.



back 1 2 3 4 5 6 7 8 9 10 11 12 13 14 15 16 17 18 next