HUKMÊN TEHARETÊ



8- Muşrik

Mesela 110: Muşrik yanî: kesên ku ilahekî xêncî Xwedayê yekta bihebînin (pût perest) an ji bona Xweda şirîga bigirin û bi du heb an jî bi çend heb ilaha biperestin, necis in. lêbelê kesên ku yekatîya Xuda yê subhan qebûl bike û yekî ji pêxemberên Xweda qebûl kiribin (Cihû, Xiristîyan, Zerduştî û Saibîyan), pak in. Ehlê Kitêb eger bi sedema tehrîf di olê xwe da bibin muşrik, hukma muşrik yên din bi wan ra heye û necis in. Û herweha kesên ku bê ol in û tu ilahekî qebûl nakin jî necis in. Nasibîyan ku dijminê Ehlê Beytê ne, necis in. Xaricîyan û Misilmanên ku bûne muşrik û Hz. 'Elî ('e.s.) ilah bizanibin an jî yekî ji pewistîyên olê inkar bikin ku bizivire ser inkarkirina Xudê û Resûlê Xudê, necis in.

Mesela 111: Bedenê muşrik teva, heta por, neynuk û kam (şilatî û xûdana) wê-wî jî necis e.

Mesela 112: Eger dê, bav, bapîr û bapîrê zarên nabalix muşrik bin, ew zar jî necis e. Eger yekî ji wan Misilman be zarok pak e.

Mesela 113: Kesekê ku diyar nîne Misilman e an ne, eger  hereweha Misilman an kafirbûna wî di berê da jî diyar nebû, pak e. Lêbelê hukmên din yên Misilmana pê ra tune. Meselen nikare gel jina Misilman bizewice an di goristana Misilman da bê defin kirin.

Mesela 114: Eger Misilanekî çêrê ji yekî 12 Imama ra bike an jî bi wan ra dijminatî bike, necis e.

Mesela 115: Ehlê Kitêb (Cihû, Xiristîyan û Mecûs) pak in.

Mesela 116: Murted ji alîyê necis û pakîyê ve hukma kesan bi wan ra heye ku hatibee se kîjan olê. Ji ber ku eger muşrik be, necis e û eger hatibe ser ola Cihû an Xiristîyan, hukm dibe bi pakîya wê-wî.

 

9- Şerab



back 1 2 3 4 5 6 7 8 9 10 11 12 13 14 15 16 17 18 next