HUKMÊN TEHARETÊ



Mesela 103: Avzera ku di halê saxbûnê da li dora birînê  tê dîtin eger diyar nebe ku gel xûnê tevlihev e, pak e.

Mesela 104: Xûna ku cara dema dotina şîrê da tê dîtin, necis e û şîrê necis dike.

Mesela 105: Xûna ku ji navbera diranan tê, eger bi sedema tevlihevbûna bi tukê ra ji navber here, pak e û di vê rewşê da ji daqulandina wê ra astengek tune.

Mesela 106: Xûna ku bi sedema hincirandin di binê neynukê da an jî di binê çermê da hişk dibe, eger wusa be îdî jê ra xûn neyê gotin, pak e lê eger jê ra xûn bê gotin di halekî da necis dibe ku neynuk an jî çerm bê qulkirin. Di vî halî da eger jê ra dijwarî tune be gerek ji bona desmêj û xuslê, xûnê jê derêxe û eger jê ra dijwar be gerek dora wê wusa ku necis pir nebe, bê şûştin û pîne an tiştekî mîna pîne daynin ser û bila bi destê şil ser pîne ra bê kişandin.

Mesela 107: Eger mirov nizanibe ku xûn di binê çerm da hişk bûye an goşt bi sedema hincirandinê ketîye wî halî, pak e.

Mesela 108: Eger dema ku xwarin dikele û zerekî xûn bikeve navê, hemû xwarin û firaqa ku têda ye dibe necis. Û kelandin, tîn û agir tişta pak nake.

 

6 û 7- Kûçik û beraz

Mesela 109: Se û barazên ku li erdê ziwa dijîn heta pûrt – pirç, hestî, pencik, neynuk û kamên wan jî necis in. Lêbelê se û berazên avê, pak in.

 



back 1 2 3 4 5 6 7 8 9 10 11 12 13 14 15 16 17 18 next