HUKMÊN TEHARETÊ



Mesela 95: Qaçikên lêva û yên cîhê dinên beden îdî dema ku diweşin, eger çi bê rakkirin, pak e.

Mesela 96: Hêka ku ji zikê mirîşka mirî da derdikeve, eger çi qaçikê ser wê sipî nebe jî, pak e.

Mesela 97: Eger berx û kar bimirin, penîrheyva ku di şîrdanga wan da heye, pak e. Lê gerek zahirê wê bê şûştin.

Mesela 98: Dermanên ran, ‘etr (tiştên bêhndar), rûn, boyaxa sola û sabûn ku ji welatên ku ne misilmanin tînin, eger mirov bi necaseta wan yeqîn neke, pak e.

Mesela 99: Goşt û beza ku di destê misilmana da be, pak e. Lê eger bizanin ku ew misilman ji kafir sitandîye û pirsiyar jî ne kirîye ku ji heywan e ku gel fermana şerî’etê hatîye ser jêkirin an ne, necis nîne lê xwarina wan heram e û nimêja bi kincên ku ji çerm û postê wê hatîye çêkirin, bê kirin durist nîne. 

     

5- Xwîn

Mesela 100: Xwîna mirov û xûna her heywanên ku dipeke, yanî: heywana ku eger damara wê were birînê xûn jê bipeke, necis e. Vêja xûna heywana ku mîna masî û mêş xûna pekîn pê ra tune, pak e.

Mesela 101: Eger heywana helalgoştê bi destûra ku di şerî’etê da hatîye diyar kirin bê ser jêkirin û xûna wê bi qasa normal jê were, xûna ku di hundurê bedena wê da dimîne, pak e. lêbelê eger bi sedema bîngirtin an bi sedema ku serê heywan li cîhê bilind bibe û xûn bizivire bedena heywan, ew xûn necis e.

Mesela 102: Xûna ku di hundurê hêkê da ye necis nîne. Lê ihtiyata musteheb ew e ku xwe ji xwarina wê biparêzin.



back 1 2 3 4 5 6 7 8 9 10 11 12 13 14 15 16 17 18 next