ÎBRET JIQISSA FÎR'EWN



Dema mirov li Kovara Zafer ya sala 1993, hejmara 77 a dinhêre bi rastî mirov şaş û muhayyer dimîne. Wênekî 3000 sal berê dane ser rûpelê û dibêjin va wênê Fîrawn e. Ku mirov li dîroka Fîrawn û Musa Pêxember dizvire bi rastî ji mirov ra şik çêdibe, dive ku va wênê Fîrawn be!.


Kovar di vê nivîsa xwe da behsa mesela Musa (a.s) û Înkariya Fîrawn dike. Ji hinek gotinên Bediuzzeman Saîdê Kurdî jî ji xwe re delîla tîne û dixwaze ku bêje va wêna "Fîrawn bi xwe ye"..



Ev wêne îro li muza "British Museum"ê ye û di vê muzê da cesedê kiralê Misrê "Ramsesê 2. ya jî heye û hundurê cesed hatiye derxistin û tim tê mumya kirirn bi vî awahî jî heta niha zorbeozor hatiye parastin. Lê ev wêneyê ku mirov zen dike ku Fîrawn be beriya 3000 salî ye û heta niha nahatiye mumyakirin û cesed di halê secdê da ji teref Îngilîzan va, li kenarê Behra Sor (Kizildeniz)hat dîtin.

Bê îxtiyarî mirov difikire "eceba 3000 sal e ev wêna bê mumyakirin heta niha çima neriziyaye? Ev çi hikmet e ku 3000 sal cesedekî narize? Gelo Xwedayê Teala bi tiştên wiha dixwaze jiyana ebedî bi mirov bide zanîn! An "aha yên ku înkara min û emrê min dikirin 3000 sal berê jî hebûn û mirin, lê qanûn û nîzama min hê-j didomîne, hun ji vana aqil bigirin!" Belê bê şubhe di vir da hikmetek Xweda heye!

Em nabêjin va wêna miheqqeq yê Fîrawn e lê ji me re jî hinek şubhe çêdibe.

Niha em di derbarê Musa (a.s.) û Fîrawn'da hinek ji Ayetan ji we re binivîsînin. Û li ser vê meselê we bi fikrên we ra serbiser bihêlin!

Musa (a.s.) li Misrê bi emrê Xweda yê Teala xelkê dawetî rêya rast dikir. Va dawa ji Fîrawn ra zirar bû, lewra koşk û sarayê wî ji dest diç û , an jî tirsek wî ya wisa hebû. Bi vê munasebetê xwest ku Musa Pêxember û bawermendên wî hemiyan bikuje. Musa (a.s) bi tevî hevalên xwe terka Misrê kir û berê xwe da Filistîn. Tirsê Fîrawn girt got; ger Musa xwe xilas ke wê li wir bibe xweyî quwwetekî mezin şûn ve were saltanata min bi serê min da wergerîne. Leşkerê xwe top kir û da pey Musa (a.s.).

Musa bi tevî hevalên xwe hat ber Behra Sor, li pey wan Fîrawn û leşkerê wî! Belê "li pey Musa dijminekî wek behrê û li pêş Musa jî behrekî wek dijmin" hebû. Di vê tirs û xewfa han da Xweda emrê Musa kir ku asa xwe li behrê bixe. Musa asa xwe li behrê xist û behr bû du perçe, Musa bi tevî hevalên xwe derbas bûn lê Fîrawn bi leşkerên xwe va xeniqîn. (Şuara/62-64)

Wî kafirî ev behra baş nasdikir, lê dijminiyê çavên wî kor kiribû, ji ber kîn û nefreta di dil wî da, bi tevî leşkeran va da nava behrê. Wî zendikir ku ew jî wek Musa xilas dibe, lê ji bîr kiribû Xweda yê Teala dostên xwe ji bîr nake. Belê dema Fîrawn û leşkerên wî hemî ketin nava behrê, behr şûn va zivirî û gihîşt hev, Firawn bi hemî leşkeran va helak bûn yek ji wan xilas nebûn. (Şuara/65-66)

"Me Benî Îsraîliyan ji behr^xilas kir, lê Fîrawn û leşkerên wî, bi neheqî dabûn pey Musa û hevalên wî. Dema Fîrawn dît xilasiya wî tune got: "Min îman bi Xwedayê (Musa û) Benî Îsraîliyan hanî ji xwe ji Wî bêtir tu Xweda tuneye, êdî ez jî yek ji musulmana me" (Yunus/90-91)

Lê Xweda yê Teala îmana wî qebûl nekir û bi wasita Hz.Cibraîl jê re da gotin: " Tu nû îman dikî!? Halhal e me berê ji te re Qasidê xwe şand, lê te fesadî kir, li hember me serî bilind kir." (bê emriya me kir)

Di Sureyê Yunus Ayeta 92. da jî Xweda wiha ferman dike: "Felyewme nunuccîke bîbedenîke" (em îro laşê te diparêsin -ji ber ku tu bibî îbret ji boy însanên di pey xwe ra)

"Gark olan Firavun'a der: 'Bu gün senin gark olan [bogulan] cesedine necat [kurtulusl verecegim)" (Bediüzzaman, Risale-i Nur Küliyati, Sözler, S. 402) (Îro em laşê te yê xeniqandî xilas dikin)

"Îro em laşê te xilas dikin ta ku tu bibî îbret ji yên paş xwe re... Û tu şubhe tune ku ji nasan (însanan) gellek henin û ji ayetên (delîlên) me xafil in" (Ö. Nasuhi Bilmen, Kur'an-i Kerim Meâli, Yûnus S., S. 1425)

"Emê te li kenarê behrê bavêjin koşekî. Ji laşê te yê tazî û rût, tu kimasîkî çênebe û xirab jî nebe! Ji bo ku tu ji yên şûn ve werin, ji wan ra bibî îbret emê te muhafeze bikin" (Tefsira Keşşaf , Cilt 2, S. 251/252)

Belê bi vî awahî hinek Mufessirên din jî vê meselê bi vî awahî îzah dikin. Her wekî Zemeşerî (1144 wefat) jî di tefsîra van Ayetan da bi terzekî wisan dinivîsîne ku mirov dibê qey ku ewî 8 asr berê ev wênê han dîtiye û îzah kiriye!...

Dema mirov li vî wênê han dinihêre û li tefsîra mêze dike mirov zen dike kû ev wêna yê Fîrawn bi nefs e. Lê mirov nikare bêja muheqqeq ew e. Belku roj hebe laşê Fîrawn ji nû ve derkeve û bibe îbret ji herkesî ra! Lê ev wê na yê kî dibe bila bibe, îbretekî û elametekî herî mezin e ji bo aqilmendan ra!...

M. Nûreddîn