Ehkama rojîya qeza



1703 – Eger mirovê dîn bi aqil be, ferz nîne rojîyên dema ku dîn bû, qeza bike.

1704 – Eger kafir bibe misilman, ferz nîne rojîyên dema ku kafir bû, qeza bike. Lê eger misilmanek bibe kafir û dîsa bibe misilman, rojîyên dema ku bibû kafir gerek qeza bike.

1705 – Rojîya ku bi xatirê serxoşî ji ser mirov derbaz bibe, gerek qeza bike. Eger tişta ku bi xatirê wê tiştê serxoş (bê hiş) bûye, bona dermankirinê bila xwaribe.

1706 – Eger bona qisûrekî çend roj rojîyê negire û paşê şik bike ku qisûra wê-wî derbaz bûye, ferz nîne miqtara zêde ku ihtimal dida rojîyê negirtîye, qeza bike. Meselen kesekê berya meha Remezanê çûbe rêwîtîyê û nizanibe roja pêncemê ji rêwîtîyê zivirîye an roja şeşem û an meselen di rojên paşîna meha Remezanê da çûbe rêwîtîyê û piştî Remezanê zivirîye û nizanebe ku 25-ê Remezanê zivirîye an 26-ê, di herdu sûretê da dikare miqdara kêmtir yanî pênc rojê qeza bike; eger çi ihtiyata musteheb ew e ku miqdara zêdetir yanî şeş rojê qeza bike.

1707 – Eger ji çend mehên Remezanê rojîya qezaya wê-wî hebe, rojîya kîjanî ewil bigire jê re asteng tune. Lê eger wexta qezaya Remezana paşîn teng be, meselen pênc roj ji Remezana paşîn qeza hebe û pênc roj jî  li ser Remezanê mayî be, bêtir ew e ku ewil qezaya Remezana paşînê bila bigire.

1708 – Eger rojîya qezaya çend mehên Remezanê li ser wê-wî ferz be û di nîyetê da mieyen neke ku rojîya digire, qezaya kîjan meha Remezanê ye, qezaya sala paşîn nayê jimartin.

1709 – Di qezaya rojîya meha Remezanê da dikare, berya nîvroyê rojîya xwe betal bike. Lê eger gava wext teng be, bêtir ew e ku piştî nîvroyê bila rojîya xwe betal neke.

1710 – Eger qezaya rojîya mirîyek, bigire, bêtir ew e ku piştî nîvroyê rojîyê betal neke.

1711 – Eger seba nexweşîyê, an heyzê, an nifasê rojîya Remezanê negire û berya derbazîya dema ku bikaribe rojîyên ku negirtibû qeza bike, bimire, qezaya wan roja tune.

1712 – Eger bi xatirê nexweşî rojîya Remezanê negire û nexweşîya wê-wî jî heya Remezana sala din bikişe, qezaya rojên ku negirtibe li ser wê-wî ferz nîne. Lê gerek bona her rojek xwarinê yanî genim an ceh an nan û wek wana bide feqîra. Lê eger seba tiştekî dî meselen bo rêwîtîyê rojîyê negirtibe û qisûra wê-wî heya Remazan paş bimîne, rojîyên ku negirtibe gerek qeza bike. Û ihtiyata wacib ew e ku bona her roj yek mod xwarinê bila bide feqîra.



1 2 next